Rita ku beşdarî çalakiya 'Karavana Dayikan' (Mütterkarawane) ya li Elmanyayê bû, ji ANF'ê re qala çîroka xwe kir, bê çawa Şoreşa Rojava nas kir. Her wiha destnîşan kir ku armanca karavanayê afirandina pirek di navbera gelê Kurd de ye.
'BI SAYA KURÊ XWE MIN FELSEFEYA ROAJVA NAS KIR'
Destpêkê hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Navê min Rita ye, ji Neumunsterê têm. Neumuster cihekî di navbera Hamburg û Kielê de ye. Endameke Înîsiyatîfa Dayikan a ji bo Aştiyê (Familien für den Frieden) me. Berê gelekî diçûm Sûriyeyê, ji ber ku hevjînê min Kurdekî ji Sûriyeyê ye. Me gelek caran li wir dem derbas kir, bêhn vedida. Ji ber vê jî herêmê ji nêz ve nas dikim. Lê belê min Rojava, siyaset û felsefeya li wir piştre nas kir. Bi saya kurê xwe nas kir. Kurê min tevlî nava enternasyonalîstan bû bû û rojekê ji min re got, 'Ez diçim Rojava'. Bi vî rengî, piştî salên 2000'î min dest bi lêkolînkirina vê felsefeyê kir. Hîn jî gelekî hêja û rast dibînim. Dixwazim vî fikrî li vir, li Elmanyayê belav bikim.
Ya ku jiyana we gihand vê astê çi bû?
Teqez biryara kurê min a ji bo çûyîna Rojava bû. Biryara xwe bi rengekî ewçend bedew ji min re eşkere kir û min tevlî çalakî û civînên bi vî rengî kir, ku ez bi rastiya karê wî qanih bûm. Ev rewş kir ku hîn bêhtir bixwazibim hîn bibim.
'DAYIKÊN AŞTIYÊ ÎLHAM DA ME'
Baş e, hûn bi çi rengî beşdarî çalakiya 'Karavana Dayikan' bûn? Ev fikrê karavanayê çawa destpê kir?
Deme dirêj e di bin sîwana Înîsiyatîfa Dayikan ji bo Aştiyê kar dikim. Fikrê karavanayê ji hevalên jin ên li nava înîsiyatîfê hat. Meşa entenrasyonalîst a ciwanan a dawiya meha Çileyê ya ber bi Kobanê bû îlham ji wan re. Destpêkê em malbatên wan hinekî ji encamên vê meşê bi fikar bûn. Ji xwe pêvajo gelekî zehmet derbas bû. Piştre em fikirîn ku ji bo dengê xwe bigihînin raya giştî çalakiya karavanayê fikrekî gelekî baş e. Me nîqaş kir ku vê yekê çawa li Elmanyayê nîşan bidin. Di vir de berxwedana Dayikên Aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê, rêxistinî û têkoşîna wan ji bo me bû mînak. Me jî got, 'Çima em heman tiştî li ELmanyayê nakin?' û me Karavana Dayikan xistin meriyetê.
Bi kîjan motîvasyonê we dest bi vê rêwîtiyê kirin?
Wextê min têra xwe heye û ez hez dikim ku bi mirovan re diyalogê dînim. Tecrûbeyên ku me di vê rêwîtiyê de bi dest xist, ji bo mirovên li bajarê xwe agahdar bikin wê bibe zemîneke mezin. Ez ji tecrûbeyên berê baş zanim ku bi taybetî danûstandinên bi jinên Kurd re timî germ û ji dil dibe. Ev yekbûn baweriya min a ji bo guhertina hin tiştan xurt dike û hêzê dide min.
'EV RÊWÎTÎ TECRÛBEYEKE BÊHEMPA YE'
Weke dayikekê, weke jinekê, weke aktîvîstekê ev rêwîstî ji bo we tê çi wateyê?
Ev yek kêfxweşî û coşeke mezin e. Serdana stasyonên cuda, rasthatina li hezkirina li wê derê û kombûna bi mirovên ku dixwazin hîn bibin gelek tişt dan min. Ev karavana ji bo tecrûbeyeke mezin û danûstandina fikrî zemînê pêşkêş dike.
Herî dawî peyameke ku hûn dixwazin bidin gelan heye?
Mirov li şûna jiyaneke li kêleka hev lê belê ji hev qutbûyî, bi jiyaneke parvekirinê dikarin hîn zêdetir kêfxweş û bi wate bibin. Mirov her ku parve dike civakîbûn mezin dibe û mirov hîs dike ku bi tenê nîne.
Weke dayikekê dirûşma we ya bingehîn a meşê yan jî gotina we ya dawî çi ye?
Dibe ku gotineke hinekî bi îdîa be, lê belê ez dixwazim bibim qasieke modela jiyana hevpar a nû (Modela Rojava) ya li ser vê xakê tê afirandin.