Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) têkildarî qetlîama li Hambûrgê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Me bi xemgînî zanî ku li saziyeke ciwanan û dayik-zarokan a li bajarê Stade ya li nêzî Hambûrgê, êrîşeke tirsnak pêk hat û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Em ji malbat û xizmên qurbaniyan û tevahî civakê re sersaxiyê dixwazin; ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.
Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Her cure tundiya li dijî jinan, zarokan û sivîlan bi çi hincetê dibe bila bibe nayê qebûlkirin. Bi taybetî ev asta ku tundiya nava malbatê û tundiya mêr gihiştiyê, tenê trajediyeke şexsî nîne, di heman demê de pirsgirêkek civakî ye ku civak divê bi berpirsyarî têbikoşe.”
YJK-E’yê ev tişt jî diyar kir: “Tundiya nava malbatê, her roja borî hîn zêdetir can distîne. Lewma divê mekanîzmayên ji bo parastina jinan bên xurtkirin, polîtîkayên bi bandor ên ji bo astengkirina tundiyê bikevin meriyetê û zanebûna civakî were zêdekirin. Em ê her tim li dijî tundiyê bisekinin. Ji bo jiyaneke wekhev û bêtundî ku jin, zarok û hemû civak bi rengekî ewle lê bijî, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”