Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi boneya 2’yê Tîrmehê Komkujiya Madimakê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Komkujiya Kerbelayê di bîra civaka Elewiyan de sembola êrîşên li ser heqîqetê ye û hate destnîşankirin ku komkujiyên ku di tevahiya dîrokê de hatine kirin, nehatine jibîrkirin.
FEDA û DAKB’ê di dewama daxuyaniya xwe de dan zanîn ku piştî qetilkirina Hz. Huseyîn û hevrêyên wî ya li Kerbelayê êrîşên li ser têkoşîna heq û heqîqetê berdewam kirine û hate diyarkirin ku dîrokê êş, berxwedan, yekîtî û nejibîrkirina tiştên qewimîne fêrî Elewiyan kiriye.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser komkujiyên dîrokî yên li ser Elewiyan ên li Tirkiyeyê, hate îfadekirin ku feraseta dewleta yekperest êrîşî bawerî û nasnameya gelên cuda kiriye û hate destnîşankirin ku Komkujiya Koçgiriyê yek ji xala girîng a vê pêvajoyê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku yek ji berxwedêrên pêşeng ên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û hevjîna wî Zarîfe di 9’ê Tîrmeha 1937’an de li şikefta Çiyayê Tûjik ê li Pulurê bi kemînekê hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku têkoşîna azadî û berxwedanê ya Elîşêr Efendî û Zarîfe Xanim mîrateyeke girîng ji civaka Elewiyan re hiştine û hate îfadekirin ku ew di salvegera xwede bi rêzdarî tên bibîranîn.
‘ÇORÛM Û MADIMAK NEHATIN JIBÎRKIRIN’
FEDA û DAKB’ê piştre destnîşan kirin ku Komkujiya Çorûmê ya di sala 1980’yan de jî nehatiye jibîrkirin û da zanîn ku 57 kesên ku di encama êrîşan de hatin qetilkirin tên bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku wê teqez rûbirûna li gel berpirsiyarên komkujiyê pêk were.
Saziyan di daxuyaniya xwe hevpar de bal kişand ser Komkujiya Madimak a Sêwazê ya 2’yê Tîrmeha 1993’yan jî û hate bibîrxistin ku li Otêla Madimakê 33 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û hozan hatine şewitandin û qetilkirin. Hate îfadekirin ku komkujiyê bes kesên jiyana xwe ji dest dane hedef negirtite di heman dmê de wekhevî, azadî, hêviya pêkvejiyanê, wijdana mirovahiyê û bawerî, nasname û zimanê Elewiyan jî hatine hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiyên li Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Çorûmû Madimakê hatine kirin, encamên polîtîkayeke dewletê ya hevpar û feraseta bêcezahiştinê ne û hate gotin ku tevî hemû zextan jî têkoşîna ji bo heqîqetê berdewam dike.
‘EM LI REX PÊVAJOYA AŞITIYA DEMOKRATÎK IN’
FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku ew kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ew ê têkoşîna ji bo heqîqet, edalet û azadiyê bidomînin.
Di dawiya daxuyaniya hevpar de ev yek hatin gotin:
‘’Roja îroyîn ji bo rûbirûna bi van komkujiyan re em li rex Pêvajoya Aşitiya Demokratîk disekinin. Em dibêjin ku heya rûbirûna bi van komkujiyan re pêk neyê, berpirsiyar neyên eşkerekirin, polîtîkayên bêcezahiştinê neyên bidawîkirin û hemwelatîbûna wekhev li gel yasayan neyê misogerkirin aşitiyeke civakî ya rastîn jî pêk nayê. Dîrok wê teqez ji kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine, hesabê bipirse. Dewlet wê bi dehan komkujiyên ku kirine re rûbirû bibe.’’