YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:

“Ji bo raya giştî;

Weke gelê me û raya giştî dizane di van demên dawiyê de êrîşên hêzên Supayê Pasdarên rejîma Îranê li ser hêzên me, ji gelek aliyan ve pêk hatine. Encama van êrîşan weke YRK me bi raya giştî û gelê xwe re her tim parve kirine.

Bi taybet em vê yekê diyar dikin ku weke YRK bi êrîş û şerê li Îranê çêbûn her tim di çarçoveya siyaseta xwe û xeta xwe ya sêyemîn de me nêzîkatî raber kiriye. Em nebûn alîgirên tu hêzekê û me tu êrîş li ser rejîma Îranê pêk neanîn. Di rewşa herî lewaz a Îranê de em alîgirê hêz û xeta xwe man. Bi van li hevkirinên dawî yên bi Emerîka re hêzên Supayê Pasdaran, hêzên ewlekariyê û îtelat êrîşên xwe li ser gel û hêzên me pir zêde kirine. Ji rewşa heyî ya ku tê meşandin sûd werdigirin û hêzên me dikin hedefa êrîşên xwe yên namerd.

Gelê me û raya giştî jî dizane. Ji şeva 27’ê meha Hezîranê heta niha li herêma Mahabad, Gundê Gageş û dewrûberê wê operasyoneke leşkerî hatiye despêkirin. Di derbarê vê operasyonê de di rojên despêkê de me gelê xwe agahdar kiribû û me diyar kiribû ku tu zanyariyek di destê me de nîne.

Di vê operasyonê de li gorî agahiyên di destê me de û yên ku me ji herêmê girtine, hêzeke mezin tevî çekên giran êrîş birine ser hêzên me. Di van êrîşan de kuştî û birîndarên hêzên Supay ên pasdaran û windahiyên wan çêbûne. Di heman demê de 4 hevrêyên me ku 2 ji wan hevalên Jin û 2 jî hevalên xort, heta dilopa xwîna we ya dawî li ber xwe dane û bi qehremanî gihiştine şehadetê. Di derbarê nasnameya hevreyên xwe de, em ê piştre raya giştî û gelê xwe agahdar bikin.

Weke Yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê ev êrîşên dawî yên li ser hêzên me çêbûne em ê di cihên pêwîst de binirxînin û berê jî me dabû diyarkirin ku ger ev êrîş berdewam bikin wê helwesta me ya li hemberî van êrîşan cuda be û em niha jî careke din diyar dikin ku em ê bêbersiv nemînin.”