Bakirhan: Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin!
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê şert û merên danûstandin, jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan êdî li gorî pêvajoyê başkirin.”
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê şert û merên danûstandin, jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan êdî li gorî pêvajoyê başkirin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di koma Meclisê ya heftane de li ser geşedanên dawî axivî.
Bakirhan, destpêkê hunermend Kadir Înanir û Dayika Aştiyê Behiye Sevîmê ku jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
'DIVÊ MIROV LI CIVÎNÊN NATO'YÊ MÊZE BIKE'
Bakirhan diyar kir ku civînên NATO'yê têkildarî beralîkirinên kûrewî de tiştên girîng dide der û got ku li cîhanê êdî pergala li ser esasen pîvanan diherife û guh li pîvanan nayê kirin, her kes li gor hêza xwe tevdigere. Bakithan bilêv kir ku her ku bêpîvanî zede dibe, zimanê şer jî asayî dibe û got: "Di rewşeke wiha ade divê bê pirsin ka NATO bi kêrî çi tê."
Bakirhan destnîşan kir ku NATO wextekê wekî tifaqa parastinê hatiye avakirin û got ku NATO veguheriye hegemonyayekê û amûreke şer. Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo mirov tiştên diqewime fêm bike divê li civînên NATO'yê meze bike û got: "Biryarên mezin hemû li Rojhilata Navînê tên testkirin. Em vê civînê wekî berdewamiya konsepta NATO 2030'yî dibinin ku berê biryara wê hatiye dayîn. Em wê wekî xeleka şer û ewlehiyê ya nû dibinin."
Bakirhan got: "Em behsa civîneke ku btir azadiyê, bêtir demokrasiyê, bêtir aştiyê ji gelan re bîne nakin. Em behsa civîneke berevajî vê dikin. Ev civîn dê bêtir çekan, bêtir eniyan, bêtir hêsirê çavan û êşê bîne. Li Enqereyê cîvîna kesên eniyên nû xêz dikin tê danîn, lê em ê li vir bêtir bibin dengê bindestan, kedkaran, ciwanan û aştiyê. Em naxwazin eniyên nû bên vekirin û şerên bi vî rengî bên kirin. Em ê îtiraz bikin û em qebûl nakin."
Bakirhan wiha domand: "Civîn hê dest pê nekiriye, lê tiştên me behs kirin hatin teyîtkirin. Hema beje Enqere veguheriye girtîgeheke vekirî. Jixwe çend roj şûnde em ê bibinin. Gelo Enqere amadekariyê civînekê dike an ên şerekî? Bawer bikin em fêm nakin. Ger ji destê wan bê wê bejin paceyên malên xwe jî venekin. Di vê germahiyê de dê me bê nefes bihêlin. Ev bajarê mezin, sirf ji bo çend wesayîtên protokolê derbas bikin tê girtin. Tê gotin dê ji bo beza serê sibehê ya hin serokan, dê park bên girtin. Sirf ji bo wan dê gelê Enqereyê nece parkan. Enqereyî li bajarê xwe zede tên dîtin. Berî civînê, gelek operasyon hatin kirin. Bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi hincetên pûç ev girtin û binçavkirin hatin kirin. Min li pirsen ku ji hevalên me yên di binçavan de hatine pirsîn meze kir. Tiştekî eletewş. Ma em çi bikin? Ma em rabin ji bo civîneke ku dê li cîhanê şerekî nû bide destpêkirin li çepikan bidin? Em tevgereke li dijî şer in, em vê nakin. Li holê hê protesto tune ye, lê binçavkirin hene. Şeveqê zû derî û paceyan dişikînin, mirovan kelemçe dikin û wna binçav dikin."
Bakirhan destnîşan kir ku bi bêdengkirina Enqereyê şahiya demokrasî çênabe û got ku ew di tiştên li hemberî çapemeniyê de jî bi heman dîmenê re rû bi rûne.
12 MILYAR TL HATIYE XERCKIRIN
Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çalakiyeke du rojî heya niha 12 milyar TL hatiye xerckirin û got: "Mesela ji bo çêkirina rêyan 9 milyar û nîv pere hatiye xerckirin. Ji bo di rêya protkoloê de xweşiya li ber çavê lîderan xera nebe ji bo baxçeyan 69 milyon TL hatiye xerckirin. Ger rayedarekî ku şerm pê re hebe hebûya, min dixwest jê bipirsiya; ma ji rê bên çêkirin û kulîlk bên danîn ma gere civîna NATO'yê hebe? Qey niha hat bîra we ku hûn ji bo rêyaan 12 milyaran xerc bikin?"
'RÊ EW E KU MESELEYA KURD BI HIQÛQÊ VE BÊ GIRÊDAN'
Bakirhan destnîşan kir ku di meseleya Kurd de rê ew e ku mesele bi "qanûna çerçeve" bi hiqûqa aştiyê ve bê girêdan û got ku ev jî divê bêyî bi derengî bikeve bê kirin. Bakirhan wiha domand: "Li pêşiya me, yek ji firsendên herî mezin ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê heye. Ev ne mubalxe ye. Ev, firsenda herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye. Ev, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hindik maye du salên pêvajoyê temam bibe. Di vê pêvajoyê de hin gav hatin avêtin. Çek hatin şewitandin, li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyon çû Îmraliyê. Rapora xwe amade kir. Em yekê ji van jî biçûk nabînin, tüne nahesibînin. Berevajî vê, em dixwazin pêvajoya civaka demokratik û aştiyê li ser van gavan ava bikin. Em difikirin ku em ê vê firsenda dîrokî çawa veguherînin aştiyeke mayinde, jiyaneke birûmet û siberojeke demokratik."
'RÊYA VÊ QANÛNA ÇERÇEVE YE'
Bakirhan wiha got: "Em careke din dibêjin, rêya vê qanûna çerçeve ye. Ne hêsan e ku mirov meseleyeke 100 salî ji zemîneke tundiyê veguhîzene zemîneke hiqûqê. Divê ev qanûn, li gor girîngiya mezinahiya vî karî bê nivîsandin û bi wêrekî bê nivîsandin. Guhê civakê li vê qanûnê ye. Guhê kesên tê payin ji çiyê dakevin, kesên bi awayekî bêhiqûqî girtî ne jî, guhê girtiyên nexweş û yên li sirgûnê jî li vê qanûnê ye."
Bakirhan destnîşan kir ku ger ev qanûn dê bi rastî û wêrekî bê pêkanîn, dê zemîneke demokratik çêbibe ku ew bi hesreta wê ne û got: "Dixwazim bi boneya vê qanûnê bala we bikişînim ser xalekê. Hûn Alî Urkut nas ikinç Bi salan Cîgirtiya Hevserokatiya me kir. Serokatiya partiyê ya Amedê û sendîkavanî kir. Yanî temenê xwe ji bo demokrasiyê derbas kir. 15 roj berê DMME'yê der barê Alî Urkut de biryara binpêkirinê da. Yanî min jî ji DMME'yê biryara binpêkirinê girt, lê li Tirkiyeyê mafê îtirazê hebû. Lê di vir de mafê îtirazê tune ye. Biryareke binpêkirinê ya ew qasî zelal da. Lê Dadgeha Îstinafê nabihîze, guhên xwe girtine. Piştî vê biryara DMME'yê, duh Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî biryareke binpêkirinê da. Hadê em bejin DMME, dadgeheke navneteweyî ye, hûn dadgehên navneteweyî nas nakin, em vê dizanin; we ji bo Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê pêk neanî. Yahû AYM, dadgeheke Tirkiyeyê ye, qet nebe biryarên wê pêk bînin.
Alî Urkut du sal in ji ber pençeşêrê tê dermankirin. Nazmî Gur, demarên wî xitimîne û felcî bûye. Qet nebe wan berde. Ez bang li Dadgeha Îstinafê û daraza Tirkiyeyê dikim ku biryarên DMME û AYM'ê pêk bînin."
Bakirhan dîsa bal kişand ser "qanûna çerçeve" û got ku divê ev qanûn rasteqîner be û divê ne li ser esasen binpêkirina rûmeta mirovan be.
Bakirhan destnîşan kir ku di mijareke wekî aştiyê de dê derengxistinî rê li ber xirabiyê veke û got: "Ji ber ku hin kes hene ji aştiyê ditirsin. Ji ber şer ji bo wan qezenc e. Şer, qoltix e. Dijminatî sermaye ye. Baş dizanin ku gava gel bên cem hev dê ev sermayedar biqedin. Ji ber vê ye ku her roja bi derengî dikeve, ji bo kesên dixwazin aştiyê bifetisînin firsendek e. Heya sererastkirinên hiqûqî neyên kirin, dê tiştên berê, normên ewlehîparêz û derdorên dijberê çareseriyê ji xwe re zemînê bibinin. Ji ber vê, qanûna çerçeve nayê taloqkirin. Yanî nabe ku taloqî payizê bê kirin. Niha qanûn, niha aştî."
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN
Bakirhan bal kişand ser "Mîtîngên Azadiyê" û got: "Me li Stenbol, Amed, Mêrsîn û Wanê azadiyên mîtîngê li dar xistin. Ez jî beşdarî mîtînga Stenbolê bûm. Coşeke mezin, xwedîderketineke mezin hebû. Keda her kesî sax be. Di her çar mîtîngan de jî daxwazeke sereke bebriçav bû; 'Em êdî dixwazin birêz Ocalan bibinin.' Ev xwedîderketin vê yekê nîşanî me da. Civak naxwaze aştî bi derengî bê xistin. Wekî gotina dayika li Îzmîrê, 18 sal in di girtîgehê de bi gelek nexweşînan re têdikoşe. Baş nayê dermankirin. Şerm e. Rojek berî rojekê derxin. Bila êdî mirov di girtîgehan de nemirin. Civak dixwaze di vê pêvajoyê de qada birêz Ocalan berfirehtir be. Ger muxatab be, nexwe qada wî veke. Hem muxatab e hem jî bi hefteyan di hucreyeke 12 metrekarî de hevdîtin pê re nayê kirin. Em careke din dibêjin, divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin."