Di dîroka gelê Kurd de gelek qehreman derketine ku deriyên serdemên nû vekirine. Bi fikrên xwe, bi çalakiyên xwe rêyên hatine xitimandin vekirine û ber bi azadiyê ve meşiyane. Bi derbeyên ku li dijmin xistine, xofeke mezin xistine dilê dijmin û hêviyek mezin dane gelê xwe. Ji nav bi sedan wan qehremanan de ya herî zêde bandoriya xwe çêkiriye û di dema xwe de pêşengtiyê kiriye xwedawend Zîlan e.
Di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd PKK bi pêşengtiya Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşiya û gavên mezin avêt. Şerê ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dan meşandin, dijmin xitimand û bê çare hişt. Dewleta Tirk a dagirker ku nikaribû bi şer bi serbikeve xwest bi sûîqastên li hemberî Rêber Apo bigihîje encamê. Bi vê armancê di dîroka 6’ê Gulana 1996’an de dewleta Tirk li hemberî Rêber Apo xwest sûîqastek pêk bîne. Di vê hewldana sûîqastê de dewleta Tirk a dagirker encam negirt. Ev hewldana sûîqastê di dilê gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hêrsekî mezin ava kir. Şervana PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku li Dersîmê têkoşîna xwe dida meşandin bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çû û di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê çalakiya fedaî pêk anî. Bi vê çalakiyê xwedawend Zîlan derbeyek mezin li dijmin xist, xitimandina di taktîkê şer de dihat jiyankirin derbas kir û pêşiya rêya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê vekir. Bi vê çalakiyê Şehîd Zîlan bi hezaran ciwanan bandor kir û bi sedan ciwan tevlî gerîla bûn. Îro jî bi hezaran ciwan li ser şopa Şehîd Zîlan li çiya têkoşîna xwe didomînin.
‘HEVAL ZÎLAN BI ÇALAKIYA XWE, BI JIYANA XWE Û BI RUHÊ XWE JI ME RE BÛ RÊNÎŞAN’
Bi wesîleya salvegera çalakiya şehîd Zîlan, yek ji şopdarên wê, gerîlaya YJA STAR’ê Dîren Sema li ser çalakiya xwedawend Zîlan hest û nêrînên xwe anî ziman. Gerîla Dîren Sema destpêkê şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha got: ‘’Di şexsê fermandara me ya mezin a fedaî rêheval Zîlan de ez hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, fedaiyên me yên ku di xeta fedaîtiyê de canê xwe dane vê têkoşînê bi bîr tînim. Bi wesîleya 30’ê Hezîranê dixwazim hem wateya wê hem girîngiya wê ji bo me, tevgera me, tevgera me ya azadiyê ya jin bînim ser ziman. Ji bo wê jî di destpêkê de dixwazim bêjim ku Heval Zîlan bi çalakiya xwe, bi jiyana xwe û bi ruhê xwe ji me re bû rênîşan. Ji bo wê jî hem di aliyê wate de hem di aliyê ruh de hem di aliyê jiyanê de girîngiya wê ji bo me weke jinên gerîla yên YJA STAR’ê di astekî jor de ye. Ji ber ku di Serokatî fêmkirinê de û pêkanînê de me dît ku sal an jî pir tecrûbe pêwîst nake. Heval Zîlan ruxmê şervaneke salekî bû jî di fêmkirina Serokatî de, di pêkanîna Serokatî de pir bi lez xwe gihand vê astê ku vê çalakiyê pêk anî.’’
‘HEVAL ZÎLAN TÊKOŞÎN JI ME RE WEKE MÎRASEK HIŞT’
Gerîlaya YJA STAR’ê Dîren Sema behsa têkoşîna ku di şopa Zîlan de heta îro jî li çiyayên Kurdistanê dimeşe kir û wiha got: ‘’Jiyanek çawa em jiyan bikin, têkoşînek çawa em bidin meşandin ji bo me rêyeke weke ronahiyê da pêşiya me. Ji bo wê jî têkoşîna ku niha em dimeşînin weke gerîlayên YJA STAR’ê, şopdarên rêheval Zîlan û bi dehan fedaiyên weke heval Zîlan, di roja me ya îro de jî em dixwazin têkoşîna xwe bi vê armancê, girêdanbûna armancê, girêdanbûna jiyanê; weke jin girêdanbûna xwezayê û girêdanbûna şehîd û Rêbertî di asta jor de bidin meşandin ku bi rastî jî bibin rêhevalên hevalan. Heval Zîlan vêya ji me re weke mîrasek hişt. Serokatî jî wisa pênase kir û got, Zîlan xwedawenda me ya jiyanê ya şer û ya fêmkirina Serok e. Her gotineke Heval Zîlan, her tevgerekî Heval Zîlan, her fikrekî Heval Zîlan ji bo me talîmatek e. Di wê demê de bi fikrekî nû, bi taktîkekî nû ve hem pêvajo guhert hem jî bersivekî mezin da komploya ku li hemberî Serokatî hatiye meşandin.’’
Di berdewamiya nirxandinên xwe de gerîla Dîren Sema wiha got: ‘’Di roja me ya îro de pêvajoyek ku Serokatî daye destpêkirin heye. Di vê pêvajoyê de weke milîtanên Rêber Apo û weke şopdarên Heval Zîlan em gerîlayên YJA STAR’ê dixwazin bibin şopdarên Heval Zîlan.
Heval Zîlan hem bi jiyana xwe hem bi fikrandina xwe hem jî bi pêşdîtinên xwe di asta jor de bersiv da wê pêvajoyê. Em vê çalakiyê weke teqînekî yan jî weke çalakiyekî normal nanirxînin. Çalakiya Heval Zîlan li hemberî hemû cûre êrîşên li dijî Serokatî bû.”