Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê li xwe girt

Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê girt ser xwe û ragihand ku di encamê de 2 cehşên ku destê wan di xwîna gel û gerîla de hebû hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Ciwanên Niştimanperwer a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê di 29'ê Hezîranê de li hemberî 'tîmeke cehş û xwefiroş' çalakiyek lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, tîma ku bû hedefa êrişa wan bi salan li dijî gel û ciwanên parastina welatê xwe dikin di nava kar de bû, destê wan di nava şehadeta gerîla û xwîna gel de hebû, lewma bi çalakiyê hate îmhakirin.

Têkildarî encama vê çalakiyê jî hate gotin, "Di nava tîm de cehşê bi navê Xalid Xalid Niya û Bûrhan Kirîsanî hatin cezakirin. Ji wan 2 kesên din ku yek ji wan bi navê Sîrus bû, bi giranî birîndar bû."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Ev tîma taybet ku li dijî gel, gerîla û pêşmergeyan her tim kar dikir, destê wan di nava bi dehan bûyeran de hebû. Bi taybetî destê wan di şehadeta 3 gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi navê Nûman Farqîn, Mûnzûr û Argêş de hebe. Di sala 2018'an de her 3 gerîla ji aliyê vê tîmê ve li herêma Pawa hatin şehîdxistin. Weke Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê em diyar dikin ku ev çalakiya cezakirina vê tîmê ji bo tolhildana gelê me û şehadeta her gerîlayek ku destê van kesan tê de hebûye hatiye kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hişyarî jî hate dayin:

"Em di vê daxuyaniya xwe de careke din wan aliyên ku tu eleqeya wan bi bûyerê re nîne û çalakiyên me li ser navê xwe belav dikin û gel û raya giştî dixapînin hişyar dikin ku dev ji van kiryarên xwe berdin. Ev çalakî ji aliyê Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê, ji aliyê ciwanên bajarê Pawa ve hatiye kirin. Aliyên van çalakiyan digirin ser xwe û ti eleqeya wan nîne pêwîste raya giştî û gelê me pê bawer neke."