Şehîd Zîlan û Diyar Xerîb li Stockholmê hatin bîranîn

Li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya bîranînê de hate ragihandin ku meha Hezîranê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de nîşaneya fedakarî û berxwedanê ye.

Meclîsa Jinan a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir û navê xwe li dîrokê nivîsî û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ê ku 26'ê Hezîrana 2019'an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû bi bîr anîn.

Di axaftinên li çalakiyê de hate ragihandin ku meha Hezîranê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de nîşaneya fedakarî û berxwedanê ye û di şexsê Zîlan de cangoriyên meha Hezîranê bi hurmet hatin bîranîn.

Qisekeran bi taybetî destnîşan kirin ku Zîlan nîşaneya fedakarî, berxwedan û azadiya jinan e û têkoşîna wê hîn jî ji bo Kurdên li Ewropayê û dîasporayê çavkaniya sûdwergirtinê ye.

Di bernameyê de Diyar Xerîb (Helmet) jî hate bîranîn. Hate ragihandin ku Diyar Xerîb ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd salên dûr û dirêj têkoşiya, mîrateyeke têkoşînê ya mayinde li pey xwe hişt û hate gotin, mîrateya wî ji bo nifşên paşerojê wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê.