13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, li bajarê Zurih ê Swîsreyê bi coş pêk hat.
Di festîvala ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û piştgiriya zêdeyî 20 rêxistin û înîsiyatifên jinan hat lidarxistin de, îşaret bi girîngiya bandora kûrewî ya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û mîrateya Sakîne Cansiz a ji bo jinên cîhanê hate kirin. Qada festîvalê bi posterên şoreşgerên jin ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û Rêber Apo hate xemilandin. Di tevahiya rojê de dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bilind û li dîkê dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em hemû YPJ’ê ne” cih girtin.
Di festîvala ku bi dirûşmeya “Niha dema jinan e” hate lidarxistin de, wekî her sal îsal jî kona dengbêjên jin û standên pirtûkan hatin vekirin. Her wiha bo zarokan qadên lîstinê hatin avakirin û gelek înîsîyatîf û rêxistinên ku têkoşîna jinan dimeşînin standên agahdarkirinê danîn. Di standan de bal kişandin ser paradîgmaya azadîxwaziya jinan a Rêber Apo.
‘RÊBER APO DIVÊ AZAD BIBE’
Di festîvalê de li ser navê TJK-E’yê Pero Dundar axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin. Dundar anî ziman ku Rêber Apo di bin şert û mercên giran de ji bo aştiyê israr dike û rexne neavêtina gavên şênber a dewleta Tirk heta îro kir. Dundar diyar kir ku ji bo avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diyarker e û anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin.
Dundar destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn, ji pêvajoyeke girîng derbas dibe û anî ziman ku di vê pêvajoyê de pêkanîna yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyekî mezin e.
TÊKOŞÎNA SAKÎNE ÎLHAMÊ DIDE
Pero Dundar di axaftina xwe de bal kişand ser mîrateya Sakîne Cansiz a ji têkoşîna azadiyê ya jinan re hiştiye û anî ziman ku jiyan û berxwedana Cansiz ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên ku li çar aliyê cîhanê têkoşîna azadiyê dimeşînin, çavkaniyeke xurt a îlhamê ye. Pero Dundar destnîşan kir ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan hêza bingehîn a avakirina civaka demokratîk e û ev peyam da, “Rêya jiyanîkirina mîrateya Sakîne Cansiz, ji mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan û li her qadê xurtkirina pêşengiya jinan derbas dibe.”
SEILLER GRAF: JINÊN KURD HÊVIYÊ MEZIN DIKIN
Parlamenterê Meclîsa Federal a Swîsreyê ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Priska Seiller Graf jî anî ziman ku berxwedan û têkoşîna birêxistinkirî ya jinên Kurd ji bo tevgera jinan a cîhanê mînakekî girîng e.
Graf diyar kir ku festîval ne tenê pîrozbahiyek, di heman demê de li hev kombûneke ku îradeya avakirina pêşerojekî a bi hev re û piştevaniyê dide xuyakirin.
Graf got, “Jinên Kurd ne tenê li dijî zextê li ber xwe dan, di heman demê de hêviyê û avakirina ji nû ve ya civakî jî rêxistin kir.”
Priska Seiller Graf wiha got, “Jinên Kurd ne tenê ji bo mafên xwe, ji bo azadî, wekhevî, mafê diyarkirina çarenûsa xwe û rûmeta mirovahiyê têdikoşin.”
Priska Seiller Graf destnîşan kir ku kesên li Swîsreyê jiyan dikin jî ji piştevaniya vê têkoşînê berpirs in û banga mezinkirina têkoşîna jinên Kurd bi piştevaniyê re kir.
Festîval piştî axaftinan, li ber stranên Ayfer Duzdaş, Nûbûn, Nazê Ezîzî, Eylul Nazlier, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre) bi gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.