Bi hezaran kes li Marsilyayê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Li Marsilyayê bi hezaran kes bi meşekî daxwaza pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî kirin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku azadiya Rêber Apo ji bo aştiya mayînde xwedî girîngiyeke kritîk e.

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, bi hezaran di meşa ku bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” hate lidarxistin de, bi daxwaza azadiya Rêber Apo hatin ba hev.

Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Montpellier, Draguignan, Avingnon û Marignane yên Başûrê Fransayê hatin, li Qada Canabiere kom bûn û heta Vieuc-Portê meşiyan.

Di tevahiya meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin û pankartên bi nivîsa "Freedom for Ocalan", "Liberté pour Ocalan" û “Ji Rêber Aoo re azadî, ji Kurdistanê re aştî” hatin vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok APO", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" berzkirin.

Piştî meşê mitîng hate lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut di mitîngê de axivî û anî ziman ku daxwaza azadiya Rêber Apo ne tenê daxwaza Kurdên li Fransayê, daxwaza hevpar a bi milyonan Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û li gelek welatên Ewropayê jiyan dikin e.

Zubeyde Zumrut bal kişand ser girîngiya pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, di şert û mercên azad de tevkariya wî ji bo pêvajoya siyasî û rasterast têkilî danîna wî bi gelê Kurd re û anî ziman ku ev ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk pêwîstî ye.

Zubeyde Zumrut got, “Azadiya Birêz Ocalan, ne tenê meseleya azadiya kesekî ye. Ev nifteya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û diyalogê ya li herêmê, divê di şert û mercên azad de rol bigre.

Çalakî piştî ku danezanên bi Fransî ji aliyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa gel a Marsilyayê hate belavkirin, bi dawî bû.