WWA: Germahiya zêde li Ewropayê encama guherîna avhewayê ye

Rêxistina Avhewayê ya Cîhanê WWA’yê diyar kir ku germahiya zêde ya ku bandorê li Ewropayê dike ji ber guherîna avhewayê ye. Rêxistinê, da zanîn ku pêlek germahiyê ya bi vî rengî 50 sal berê hema hema ne pêkan bû.

Raporek WWA li ser germahiya zêde ya ku bandorê li Ewropayê dike eşkere kir ku ev germahî encama guherîna avhewayê ne. Li gorî raporê, germahiyên ku îro têne jiyîn di şert û mercên avhewayê yên 50 sal berê de hema hema ne pêkan bûn.

WWA destnîşan kir ku her çend hewaya germ a ji Sahrayê ji ber pergala zexta bilind bandor li Ewropayê kir jî, guherîna avhewayê germahiyê bêtir zêde kir.

Zanyar dan zanîn ku bûyerên germahiya zêde pir caran diqewimin. Pisporan belavbûna gazên serayê yên ji sotemeniya fosîl wekî sedema sereke destnîşan kirin û banga çalakiyek bileztir li dijî krîza avhewayê kirin.