Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê şeva pêncşemê êrîşî gelek deverên wan kir û 660 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatin xistin. Wezaretê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve, ev yek ji êrîşên herî mezin a bi balafirên bêmirov bû.
Li gorî daxuyaniyê balafirên bêmirov li Moskow, zêdeyî 10 herêmên Rûsyayê û li Kirim, Behra Reş û Behra Azak hatin bêbandorkirin.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin diyar kir ku herî kêm 47 balafirên bêmirov ên berê xwe dabûn paytextê, hatin xistin. Sobyanin anî ziman ku li herêmên parçeyên balafiran lê ketine, tîmên rewşa lezgîn xebatên xwe didomînin û li gorî daneyên ewilî windahiyên can yan jî zirarên mezin çênebûne.
Herêma Tula ya li başûrê Moskowê, bû hedefa êrîşên dijwar. Waliyê Herêmê Dmitriy Milyayev ragihand ku li gundekê zirar gihişte malekê û jinek birîndar bû.