YRK: Ger êrîş dewam bikin, em ê bersiva pêwîst bidin
YRK’ê derbarê êrîşên artêşa Îranê ya gundên derdorê Banê hişyarî da û got: “Em van êrişan qebûl nakin. Ger dubare bibin em ê bersiva pêwîst bidin.”
YRK’ê derbarê êrîşên artêşa Îranê ya gundên derdorê Banê hişyarî da û got: “Em van êrişan qebûl nakin. Ger dubare bibin em ê bersiva pêwîst bidin.”
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên rejîma Îranê ya ser gundên derdorî Banê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 25’ê Hezîrana 2026’an artêşa Îranê bi sê dronên xwekuj êrişî kire ser derdorî gundê Şîwî ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê û di vê êrişê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.
Di dewamê de ev hişyarî hate dayîn: “Em bi ti awayî êrişên ser welatê xwe qebûl nakin. Eger dubare bibin, emê piştrast bersiva pêwîst bidin. Dubare dikîn parastina ruh û malê gelê me erkê me yê serekî ye. Divê her kes di vê mijarê de bi bawer be emê erkê xwe bi herî baş bicih bînin.”