Korsîka gaveke girîng ber bi xweseriyê ve avêt

Meclîsa Fransa qanûna ku ji Korsîkayê re statûya xweseriyê dide pejirand.

Li gorî vê pêşniyarê, taybetmendiyên dîrokî, zimanî û çandî yên Korsîkayê têne nas kirin û ji rêveberiya herêmî re di hin qadan de mafê biryar û rêzikdanê tê dayîn. Lê qadên wek dadwerî, siyaseta derve, parastin, ewlehî û siyaseta aborî dê di destê dewleta Fransa de bimînin.

Ev gav piştî alozî û gotûbêjên ku di sala 2022’yan de piştî êrîşa li girtîyê neteweperest Yvan Colonna dest pê kirin, hat avêtin.

Ji bo ku ev statûya xweseriyê bikeve meriyetê, divê raya gelê Korsîkayê jî were standin. Her wiha pêwîst e ku qanûn ji aliyê Senatoyê û civîna hevpar a Parlamentoyê ve jî were pejirandin.

Hikûmeta Fransa vê gavê wek pêşketineke dîrokî ji bo Korsîka û demokrasiyê dibîne. Lê hin aliyan dibêjin ku ev biryar dikare li herêmên din jî daxwaza xweseriyê zêde bike.