Li Venezuelayê 2 erdhejên mezin: Herî kêm 32 kes mirin, zêdeyî 700 kes birîndar bûn

Li Venezuelayê du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 pileyî li pey hev rû dan. Li paytext Caracasê avahî hilweşiyan. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 32 kes mirin, zêdeyî 700 kes birîndar bûn.

Venezuela roja Çarşemê bi du erdhejên mezin hejiya. Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS), erdheja destpêkê bi dema herêmî saet di 18:04'an de bi mezinahiya 72, pileyî bi 21,9 pileyî li binê erdê rû da. Piştî bi 39 saniyeyan bi mezinahiya 7,5 pileyî erdheja duyemîn qewimî. Piştî herdu erdhejan li herêmê nêzî 20 erdhejên biçûk rû dan.

BÎLANÇO GIRAN DIBE

Serokdewleta demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha 32 kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 700 kes jî birîndar bûne. Rodriguez anî ziman ku ji eyaleta La Guairayê nikarin agahiyeke şênber werbigirin û eyalet yek ji wan deveran e ku derba herî giran ji erdhejê xwariye.

PANÎK Û HILWEŞÎN

Erdhej li paytext Caracasê bû sedema panîka mezin. Li bajêr hin avahî hilweşiyan, xisar li gelek avahiyan bû. Gel daket kolanan û tîmên rizgarkirinê jî hewl didin mirovên di binê enqazê de mane rizgar bikin.

DIBE KU FELAKETEKE MEZIN BE

USGS'ê hejandin weke "bûyera coterdhejê" pênase kir û hişyarî da ku mezinahiya felaketê dibe ku gelekî giran be. Saziyê diyar kir ku hejmara qurbaniyan dikare zêde bibe.

KOLOMBIYA JÎ PÊ HESIYA

Erdhejê ji bilî Venezuelayê bandor li derdorê jî kir. Paytexta Kolombiya Bogota ku bi hezar kîlometreyî dûrî cihê erdhejê ye, hejiya. Yekîneya Rêveberiya Afetê û Rîskê ya Neteweyî ya Kolombiyayê diyar kir ku ji bo peravên Karîbîkê xeteriya tsunamiyê nîne.