BI DÎMEN

Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin

Ji Komîteya Amadekar Gulîz Kaya ji bo mîtînga 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê" banga tevlîbûnê kir û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e.

RÊBER APO

DEM Partî, DBP û TJA ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kar dikin, 28'ê Hezîranê wê li Amedê mîtîngeke girseyî lidar bixin. Di mîtîngê de ku wê bi dirûşma 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê' were lidarxistin, wê bê destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo mercê bingehîn ê aştiya mayinde û çareseriya demokratîk e. Tê payin ku ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin. Amadekariyên ji bo mîtîngê dewam dikin. Endama Komîteya Amadekar Gulîz Kaya li ser amadekariyên Mîtînga Azadiyê ji ANF'ê re axivî.

'JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ, AZADIYA RÊBER APO ŞERT E'

Gulîz Kaya anî ziman ku bi banga 27'ê Sibatê re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derî li demeke nû vekir û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê yek ji mercên esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Gulîz Kaya diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi pêvajoyeke muzakereyê ya yekser bi muxatabên wê re bê meşandin dikare pêk were û got, "Ji destpêkê ve hem Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem partiya me ya siyasî hem jî saziyên me yên demokratîk Rêber Apo weke muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê dibînin. Di dema axaftina li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê statu û azadiya Rêber Apo weke sernavekî bingehîn bê nirxandin. Ji ber vê jî mîtînga 28'ê Hezîranê ne tenê çalakiyeke qadê ye, di heman demê de kombûneke dîrokî ye ku daxwazên gel raxe pêş çavan."

'EM DIXWAZIN DAXWAZÊN GEL BIXIN ROJEVA MECLÎSÊ'

Gulîz Kaya ragihand ku mîtîng her wiha wê bibe zexteke girîng ji bo desthilatdariya siyasî gavên pêwîst biavêje û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Dirêjkirina dema karkirinê ya Meclîsê bûyereke girîng e ku wê 1'ê Tîrmehê biketibûya betlaneyê. Pêwîste di vê demê de bi milyonan mirov daxwazên xwe bi xurtî nîşan bidin. Eger em karibin vê mîtîngê bi tevlîbûneke xurt pêk bînin hem em ê destê Rêbertî xurt bikin, hem jî pêşî li dewletê vekin ku ji bo çareseriya demokratîk gavê biavêje. Lewma mîtînga Amedê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Mîtîng ne tenê daxwazeke azadiyê ye, di heman demê de daxwaza civaka demokratîk e. Sîstema kapîtalîst di vê serdemê de zexteke cidî ya civakî, aborî û siyasî li gelan dike. Daxwaza ji bo civaka demokratîk tam ji ber vê yekê girîng e. Ji bo mafê jiyanê yê jinan bê parastin, ji bo paşerojeke bi hêvî ji ciwanan re bê hiştin û ji bo gel karibe jiyaneke azad û wekhev ava bike, em ê li qadan bin. Yek ji armancên me yên bingehîn ev e."

'DIVÊ RÊBER APO KARIBE BI HER KESÎ RE YEKSER HEVDÎTINÊ BIKE'

Gulîz Kaya anî ziman ku ji bo pêvajo karibe bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê Rêber Apo karibe bêyî astengiyê bi her beşa civakê re hevdîtinê bike û got, "Ne tenê di çarçoveya demeke diyarkirî yan jî bi destûra dewletê, di her kêliya ku pêwîstî pê hebe divê karibe bi partiyên siyasî, saziyên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, rojnamevan, akademîsyene û derdorên navneteweyî re hevdîtinan bike. Di bingeha daxwaza me ya fîzîkî de ev rastî heye. Ji ber ku yê ji bo pêvajoyê bang kir û dimeşîne Rêber Apo ye. Ji bo pêvajo karibe bi rê ve biçe, gelekî girîng e ku qenalên ragihandinê bi temamî bêne vekirin."

'DI 28'Ê HEZÎRANÊ DE EM BI MILYONAN KESÎ LI QADA STASYONÊ LI HEV BICIVIN'

Gulîz Kaya herî dawî bang li gel kir, di serî de xelkê Amedê bang li şêniyên li bajarên Kurdistanê hemûyan kir ku beşdarî mîtîngê bibe û got, "Nêzî 16 meh in em li qadê karekî berfireh dimeşînin. Em di mijara aştiyê de bi israr in. Ji bo karên ku em demeke dirêj e dimeşînin bigihêje encamên şênber, ji bo bersiv ji dawazên gel re bê dayin di 28'ê Hezîranê de divê em bi milyonan kesî li qadan bin. Jin, ciwan, kedkar û hemû beşên civakê divê li qada mîtîngê bin. Ji bo azadiya me, ji bo paşeroja me, ji bo paşeroja zarokên me, ji bo jiyaneke demokratîk û bi ewle em bang li her kesî dikin ku 28'ê Hezîranê saet di 17:00 de li Qada Stasyonê ya Amedê bin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin, daxwazên xwe nîşan bidin û tevkariyê li serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikin."