Greva birçîbûnê ya ku ji hêla Civaka Prosfygikayê ya dîrokî ya Atînayê li dijî planên derxistin û veguherîna bajarî hatibû destpêkirin, piştî biryara Şaredariya Atînayê bi serketî bi dawî bû.
Şaredariya Atînayê biryara naskirina civaka Prosfîgîkayê, rawesrandina projeya veguherînê û banga destpêkirina diyalogadi navbera aliyan de da. Li ser vê biryarê greva birçîbûnê ya ku ji 5’ê Çileyê ve berdewam dikir, bi dawî bû.
Aristotelis Chantzis ê ku yek ji pêşengên greva birçîbûnê bû, ji ber tenduristiya xirabû ev du roj in di nexweşxaneyê de ye. Chantzis di roja 140’emîn a greva birçîbûnê de ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê razandin. Bijîşkan di daxuyaniya dawî de bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên krîtîk û xetereya jiyana wî.
Suzon Doppagne jî di roja 55’emîn a greva birçîbûnê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dest bi dermankirinê kirin. Bijîşkan diyar kirin ku bi taybetî ji ber komplîkasyonên însulînê rewşa Doppagne girantir bûye.
‘HETA KU PROJE BI TEMAMÎ BÊ BETALKIRIN WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
Civaka Prosfygikayê bi daxuyaniya ku li Qada Syntagma ya Atînayê da, biryara bidawîkirina greva birçîbûnê ragihand.
Endamên civakê biryara şaredariyê wekî destketiyek girîng niexandin û ragihandin ku têkoşîn hîn bi dawî nebûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta ku projeya veguherîna bajarî bi tevahî were betalkirin wê berxwedan û têkoşîna siyasî berdewam bike.
Her wiha di civîna meclîsa şaredariyê ku biryar lê hat dayîn de nîqaşên dijwar hatin jiyîn. Her çiqasî nûnerên partiya Demokrasiya Nû ya desthilatdar û partiyên rastgir ên tundrew li dijî biryarê derketin jî, Şaredar Xaris Dukas û endamên meclîsê yên ku piştgirî dan biryarê bal kişandin ser xetereya jiyanê ya ku Aristotelis Chantzis pê re rû bi rû ye û mafê bicihkirina niştecihên Prosfygikayê.
Prosfygika bi salan e wekî civaka rêxistinkirî jiyana xwe berdewam dike û mazûvaniya penaberên ji Yewnanistan, Kurdistan, Tirkiye û gelek komên siyasî û civakî dike.