'Ti hêz nikare îradeya gelê me bişkîne'
Qehreman Rojava got, “Çeteyan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervan û xelkê herêmê nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişkîne.”"
Qehreman Rojava got, “Çeteyan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervan û xelkê herêmê nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişkîne.”"
Piştî rizgarkirina Kobanê bi pênc mehan çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk careke din êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin. Di vê êrîşa hovane de nêzî 233 welatparêz hatin qetilkirin. Bi sedan kes jî birîndar bûn.
Gazî Qehreman Rojava ku wê demê fermandarê yekîneyeke li gundewarên Kobanê bû û di mudaxeleya li dijî çeteyan de cih girt, têkildarî komkujiyê nêrînên xwe anîn ziman.
‘RIZGARKIRINA KOBANÊ DI DÎROKA BERXWEDANA GELAN DE MÎLADEK E’
Qehreman Rojava diyar kir ku di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de şervanên YPG, YPJ’ê û xelkê Kobanê berxwedaneke destanî nivîsandin û got, “Bi encama wê berxwedanê de ew çeteyên ku artêşên dewletan nikarîn li ber wan bisekinin, şikestin û tine bûn. Rizgarkirina Kobanê di dîroka berxwedana gelan de mîladek e. Li hember tevahî pergalên desthilatdar û dewletperest nîşandana ruhê komînal ê gelan bû. Helbet ev berxwedan bi hêz û îradeya hevrêyên şehîd û Rêbertiya me ava kiribûn pêk hat.”
Gazî Qehreman Rojava destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Kobanê li herêmê û tevahî cîhanê ji bo gelên bindest hêviyên jiyaneke ku bi berxwedanê ava dibe, ji nû ve zindî bû û wiha berdewam kir, “Pergala serwer ev ji bo xwe weke xeter dît. Lewma careke din ew çeteyên hov rêxistin kirin û 25’ê Hezîranê êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin. Çeteyan yekser xelkê sivîl kirin hedef. Bi vî rengî xwestin moral û manewiyata gel bişkînin.”
Qehreman Rojava destnîşan kir ku piştî agahiya êrîşê ji wan re hat ew dest bi mudaxeleyê kirin û wiha domand, “Ji girê em lê em derbasî gundê Berxbotanê bûn. Li wir di navbera hêzên me û çeteyan de şer çêbû. Çete li gund hatin kuştin. Lê çeteyan bi dehan mirov qetil kiribûn. Hovîtiyekeke mezin kiribûn. Serê 13 welatparêzan jê kiribûn. Piştre em derbasî bajarê Kobanê bûn. Di encama berxwedaneke mezin a hevalên YPG û YPJ’ê de çeteyên lir wir jî hatin kuştin.”
‘ŞERVAN Û XELKÊ HERÊMÊ CAREKE DIN NÎŞAN DAN KU TI HÊZ NIKARE ÎRADEYA GELÊ ME BIŞKÎNE’
Gazî Qehreman Rojava axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Wan çeteyan û hevalbendên wan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervanan û xelkê herêmê careke din nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişikîne. Bêguman xeteriyên li ser gelê me hê jî hene. Ji ber vê divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ê ti carî dest ji destketiyên xwe yên bi xwîna şehîdan û berdêlên giran ên gaziyan ava bûne, bernedin. Bi vê wesîleyê ez ji tevahî malbatên me yên şehîdan û hevalên gaziyên şer re silav û hezkirinên xwe dişînim.”