Rêxistinên mafan têkildarî êrîşên GES’ê yên li Pirxûsê rapor pêşkêş kir

Rêxistinên mafên mirovan, li ser mudaxeleya leşkeran a li dijî gelê bajarokê Pirxûsê ya navçeya Xelatê ku li dijî projeya GES’ê derdiketin, rapor amade kir.

Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê rapora li ser angaştên binpêkirina mafan a ku piştî mudaxeleya leşkeran a di 12’yê hezîranê de li dijî gelê bajarokê Pirxûsê ya navçeya Xelat a Bedlîsê ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) derdiketin, bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Daxuyanî, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn û nûnerên saziyan tevlî bûn.

Li ser navê saziyan parêzer Necdet Ceyhan daxuyanî xwend û wiha got: “Ji bo projeya ku di sala 2023’yan de xebatên wê destpê kirine; li gorî vegotinên kesên ku pê re hevdîtin hatine kirin, di 12’yê hezîrana 2026’an de hejmareke zêde ya cendirmeyan sewqî qada projeyê hatine kirin. Piştî ku li herêmê qelebalixiyeke neasayî hat ferqkirin, nêzî 60-70 welatî çûne qada projeyê. Hat tespîtkirin ku di dîroka navborî de ji aliyê Walîtiya Bedlîsê yan jî Qeymeqamiya Xelatê ve tu biryareke qedexekirinê nehatiye dayîn. Welatiyan diyar kirine ku wan xwestine nerazîbûna xwe ya ji bo parastina qadên merayê û çêrgehan bînin ziman. Nêzî 40 deqîqeyan danûstandin hatine kirin lê piştre bêyî ku tu anonsa belavbûnê bê kirin, mudaxeleyê destpê kiriye.”

Nejdet Ceyhan diyar kir ku li gorî beyanên şahidan, di roja bûyerê de nêzî 450 cendirme li herêmê hatine wezîfedarkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema mudaxeleyê de; hêza fîzîkî hatiye bikaranîn, bi mertalan mudaxele hatiye kirin, gaza îsotê û ava şidandî hatine bikaranîn. Em dixwazin derbarê bûyeran de lêpirsîneke serbixwe û bibandor bê meşandin. Em daxwaz dikin ku hêzên ewlekariyê yên di roja bûyerê de wezîfe kirine bên tespîtkirin, qeydên kamerayan ên dema bûyerê bên parastin, girtekên cendirmeyê bên lêkolînkirin, hemû kesên birîndar li gorî pîvanên Protokola Stenbolê bên nirxandin, lihevhatina mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya bi hiquqê re bê lêkolînkirin, pêvajoyên binçavkirin û îfade girtinê bên lêkolînkirin, bandorên psîkolojîk ên li ser zarokan bên nirxandin û mafên welatiyên ku qadên xwe yên jiyanê diparêzin bên mîsogerkirin.”

Nejdet Ceyhan xwest ku pêvajoyên îdarî yên derbarê qada mera û çêrgehan de şefaf bibin û bal kişand ser wê yekê ku divê ji aliyê dozgeriyê ve angaştên li ser wezîfedarên giştî bi awayekî bibandor bên lêpirsînkirin.