Li ser girtiyê nexweş ê ji Rojava lêgerînê ferz kirin û gef xwarin

Girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê Mecîd Hemo ê ku 28 sal in girtî ye, li Girtîgeha Maltepeyê lêgerîn li ser wî ferzkirin û gef lê xwarin.

Girtiyê nexweş ê ji Rojava Mecîd Hemo ê ku 28 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê tê girtin, di dawiya sala 2025’an de bi hinceta 'ji ber tu biyanî yî, dikarî li qawişa biyaniyan bimînî’ sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Maltepeyê hat kirin.

Hemo yê ku bi nexweşiyên fitiq, astim, dil û di kişandina nefesê de zehmetiyê dikişîne, piştî sirgûnê bi zextan rû bi rû tê. Hat diyarkirin ku Hemo piştî hevdîtinê rastî lêgerîneke berfireh, tacîz û heqaretê hatiye. Hat hînbûn ku gardiyanan helwesteke faşîst nîşan dane û gotine, "Em dikarin destên xwe têxin her cihê ku em dixwazin, em dikarin lêgerîna tazî jî bikin”, destên wî ji paşve zivîrandine û birine qawişê.

Rêveberiya girtîgehê li şûna ku lêpirsînê li gardiyanan veke, derbarê Hemo lêpirsîn da destpêkirin û di encamê de aktîvîteyên wî hatin qedexekirin.

Hat zanîn ku Hemo daxwaza veguhastina ji bo Tekîrdag, Sîlîvrî û Umraniyeyê kiriye, lê hîn bersiv nedane wî. Her wiha hat destnîşankirin ku Mecîd Hemo ji ber zext û gefan serî li Wezareta Dadê û dozgeriyê daye, lê hejmara serlêdanên wî nedanê û ji ber vê yekê nayê zanîn bê serlêdan hatine şandin an na.