Li paytexta Belçîka Brukselê ji bo civaka Tamîlên Eelamê li seranserê Ewropayê çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ku li ser banga Rêxistina Ciwanên Tamîlê (TYO) ku li welatên Ewropayê û herêmên cuda yên cîhanê xebatê dimeşîne hat lidarxistin ji Elmanya, Swîsre, Hollanda, Fransa û Îngiltereyê beşdarî çêbûn. Nêzîkî 300 kes ji ber Parlamentoya Ewropayê heta navenda bajêr meşiyan.
Di çalakiyê de bal kişandin ser komkujiya Srî Lankayê ya di sala 2009’an de li hemberî Tamîlên Eelamê pêk anîbû û hat xwestin ku welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê dawî li bêdengiya xwe bînin. Di axaftinên ku bi zimanên Tamîlî û Îngilîzî hatin kirin de bangên ji bo edalet, heqîqet û berpirsiyariya navneteweyî derketin pêş.
Çalakvanan bi bîr xist ku artêşa Srî Lankayê di 18’ê Gulana 2009’an de peravê ya Mullivaikkal bombebaran kiribû û di encamê de zêdetirî 70 hezar Tamîlên Eelamê hatibûn qetilkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku tevî ewqaa sal di ser re derbas bûye jî aqûbeta nêzîkî 150 hezar kesan hîn jî ne diyar e.
Piştî meşê li Qada Place Jean Ray a li navenda bajarê Brukselê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de gelek axaftin hatin kirin.
Çalakvanên Kurdistanî jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvan di axaftina xwe de got, “Ji ber em bûne parçeyek vê protestoyê em kêfxweş in. Em careke din hevgirtina xwe ya bi gelê Tamîlên Eelamê re radigihînin.”