Li Birminghamê bi sedan kes li dijî meşa faşîst daketin kolanan

Li bajarê Birmingham ê Îngilistanê bi sedan dijî-faşîst li dijî meşa ku ji aliyê koma dijî-koçberan Britain First ve hatibû plankirin, çalakî li dar xistin. Çalakvanan pêşiya koma faşîst girtin û nehiştin faşîst meşa xwe biqedînin.

Komeke faşîst ê rastgir Britain Firs, a Îngilistanê ji bo gotinên xwe yên dijî koçberan û nîjadperest belav bike xwest li Birminghamê meşa “Paşvegerandinê (rmogration)” li dar bixe, bi prostestoya sedan dijî-faşîstan re rû bi rû ma.

Birmingham bajarê duyemîn ê herî mezin ê Îngilistanê ye bi avaniya xwe ya pirçandî ku komên etnîkî, çandî û civakî yên cûda bi hev re dijîn tê nasîn. Li dijî meşa ku koma faşîst dixwest li dar bixe nêzîkî 700-800 dijî-faşîst li qada navendî ya bajêr kom bûn.

Meşa Britain First ku nêzîkî 200 kes beşdar bûn, hejmara dijî-faşît ji yên wan gelekî zêde bû û ji ber vê yekê di bin zexta dijî-faşîst de man.

Beriya meşê endamên rêxistina ciwanan a sosyalîst Young Struggle ku wekî parçeyek berfireh a koalîsyona dijî-faşîst xebat meşandin. Rêxistinên ciwanan li taxên cuda yên bajêr belavok belav kirin û bang li gelê Birminghamê kirin ku li dijî faşîzmê derkevin kolanan.

Di dema çalakiyê de, bloka ciwanan a şoreşger, ligel Dijî-Fascists ê Birminghamê,  Revolutionary Communist Group û komên din ên dijî-faşîst, bendên polîsan derbas bikin û hewl dan rêya meşa faşîst asteng bikin.

Polîs ji bo meşa Britain First berdewam bike tedbîrên ewlehiyê girtin û mudaxeleyî çalakvanan kirin. Dema ku komên dijî-faşîst hewl dan ku bendên polîsan derbas bikin, dem bi dem pevçûn derket.

Ji ber serweriya hejmarî ya beşdaran, meş bi tevahî nehat rawestandin. Lê berovajî salên berê, Britain First nekarî meşa xwe li qada sereke ya navenda bajêr biqedîne. Koma faşîst tenê karîbû li qadeke sînorkirî bimeşe.

Hat ragihandin ku di encama destwerdana polîsan de çend kes bi sivikî birîndar bûn û hin çalakvan hatine binçavkirin. Her wiha hin çalakvanên jin diyar kirin ku di dema destwerdana polîsan de rastî tundiya zayendî hatine.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Birmingham dijî-faşîst e" hat berzkirin.

Çalakî bi peyama wê bi komên dijî-faşîst têkoşîna li dijî faşîzmê, nijadperestiyê û polîtîkayên dijî-koçberan berdewam bikin, bi dawî bû.