KOMAW’ê ji bo pêvajoya aştiyê bang li civaka navneteweyî kir
Komeleya Malbatên Windayan û Mexdûran bang li civaka navneteweyî kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyarî bigire ser xwe.
Komeleya Malbatên Windayan û Mexdûran bang li civaka navneteweyî kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyarî bigire ser xwe.
KOMAW’ê diyar kir ku ew bi malbatên şehîdan re pêvajoyê dişopînin. KOMAW’ê têkildarî pêvajoyê dosya ji wezîrên edalet û karên derve yên dewletên Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Xaça Sor û organîzasyonên navneteweyî re şand.
NEÇARIYA DÎROKÎ Û MIROVÎ
Di nameya KOMAW’ê ya ji saziyên navneteweyî û dewletan re hatî şandin de, hate diyarkirin ku “bidawîbûna pêvajoya şerê navbera Tirkiye û gelê Kurd, neçariyeke dîrokî û mirovî ye” û îşaret bi gavên ku Rêber Apo ji bo pêşketina pêvajoyê avêtine, hate kirin.
Di nameyê de hate ragihandin ku tevî wextekî dirêj jî derbas bûye, dewleta Tirk ji bo mayîndebûna aştiyê, gavên demokratîk ên têrker naavêje.
DAXWAZ
KOMAW’ê di nameyê de daxwazên xwe wiha rêz kir:
“- Divê şer bi temamî bi dawî bibe,
- Divê rêyên çareseriya siyasî û demokratîk bên pêşxistin,
- Navbera gelan jiyana wekhev, azad û xwişk-biratî were xurtkirin,
- Girîng e ku li ser bingehê mafên mirovan û pîvanên hiqûqa demokratîk, pêvajoya diyalogeke mayînde were destpêkirin.”
KOMAW’ê bang li dewletên Ewropa û civaka navneteweyî kir ku ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk, bi rengekî hîn aktiftir berpirsyarî bigire ser xwe.
KOMAW’ê di nameyê de destnîşan kir ku divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û mafê hêviyê were naskirin û bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, saziyên Ewropa û rayedarên dewletê kir ku piştgirî bidin pêvajoyê û ji bo çareseriya demokratîk berpirsyarî bigirin ser xwe.