Civaka Kurd a li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê dijîn, di kongreya xwe ya asayî de modela rêxistinbûnê ya dema nû diyarkirin û derbasî pergala komunê bûn. Kongre ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û tevlîbûneke zêde ji bo kongreyê hat kirin.
Seyîd Pirsûs, Hakan Riha, Firat Amed û Meryem Qamişlo bûn dîwana kongreyê.
Li ser navê komîsyona amadekar a kongreyê, Devrîm Sara û Baran Çewlîg axaftinên vekirinê kirin. Di axaftinan de îşaret bi ruhê pêvajoya nû û girîngiya pergala komunê ya di rêxistinbûna civakî de hate kirin.
REMZÎ KARTAL: GAVA YEKEMÎN LI LIVERPOOLÊ HATE AVÊTIN
Hevserokê Kongra Gelê Remzî Kartal li ser înternetê tevlî kongreyê bû û di şexsê gelê Liverpoolê de xebatên li Brîtanyayê silav kir.
Kartal geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand û bal kişand kişand ser girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de.
Kartal anî ziman ku komunên ku li Liverpoolê hatin avakirin, yek jî gavên girîng ên ewil ên pêvajoiya nû ne û banga xurtkirina xebatên civaka demokratîk kir.
12 KOMÎN HATIN RAGIHANDIN
Di kongreyê de damezrandina 12 komunên nû ku li ser bingeha têgihiştina modernîteya demokratîk de ji bo pêwîstiyên civakî hatine avakirin, hate ragihandin. Hate diyarkirin ku komunên ku di serî de jin, dîplomasî û malbatên şehîdan, qadên civakî di nava xwe de dihewînin, wê di dema nû de xebatên rêxistînî bimeşînin.
Navê avaniya nû jî wekî “Koordînasyona Komunan a Liverpoolê” hate ragihandin. Di encama hilbijartinên hatin kirin de, Eyşe Efrîn û Mîro Îdir ji bo hevberdevkên koordînasyonê hatin hilbijartin.
Hevberdevk diyarkirin ku ew amade ne di dema nû de berpirsyarî bigrin û soza mezinkirina xebatên komunê û pêşxistina rêxistinbûna civakî kir.
BANGA TEVLÎBÛNÊ JI BO FESTÎVALA JINAN A ZÎLAN
Beşdaran di tevahiya kongreyê de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berzkirin.
Di axaftinên girtinê de banga tevlîbûnê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan ku wê îsal cara 21’emîn were lidarxistin, hate kirin û spasiya rêvebirên ku heta îro xebat kirine, hate kirin.
Şandeya dîwanê di nirxandina xwe de diyarkirin ku xebatên dema nû wê bi pêşengiya hevberdevk û koordînasyonê de bi ser bikevin. Hate destnîşankirin ku xebat wê li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo de werin mezintirkirin.
Kongre bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û peyamên dilsoziyê ji bo armancên têkoşîna dema nû, bi dawî bû.