Polîsên Skoçyayê, diyar kirin ku rêze êrîşên ku şeva Înê li Edinburghê pêk hatî û di encamê de 5 kes birîndar bûne, ji hêla yekîneyên dijî-terorê ve tê lêkolînkirin.
Polîs ragihandin ku ew mêrek Skoçyayî yê 36 salî binçavkirine û lêpirsîn didome.
Rayedaran, dan zanîn ku ew têkildarê gef, êrîş, dizî û êrîşên vandalizm de gelek îxbar girtine.
ÊRÎŞ LI NÊZÎKÎ MIZGEFTÊ DESTPÊ KIR
Li gorî BBC, êrîş li nêzîkî mizgeftekê li herêma Sighthill a Edinburghê dest pê kir. Di destpêkê de du kes rastî êrîşê hatin. Piştre li cihên cuda yên bajarê sê kesên din jî bûn hedefa êrîşan.
Qurbaniyên ku temenê wan di navbera 22 û 39 salan de ne bi şêwayên cuda birîndar bûn. Polîs got ku jiyana wan ne di xetereyê de ye.
GUMANA ÎSLAMOFOBIYÊ HEYE
Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de, kesekî tazî ku tê guman kirin êrîşkar be, bi tiştekî mîna çekê li kolanan digeriya.
Yekîtiya Mizgeftên Skoçyayê û rêxistina dijî Îslamofobiyê MEND, ragihandin ku hin qurbanî Misliman in. Ji ber vê yekê tê gumankirin ku ev bûyer sûceke nefretê ya li dijî Mislimanan be.
NERAZÎBÛNÊN SIYASÎ
Serokwezîrê Skoçyayê John Swinney, anî ziman ku ew ji van bûyeran pir bi fikar in û got, “Li welatê me cihê tundî, nijadperestî û nexweşbîntiyê tune ye.”
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, jî êrîşan “pir tirsnak” binav kir. Starmer, got ku dixuye ku gumanbar bi nefretê li dijî Misilmanan tevgeriyaye û got ku ew ê li gorî qanûnê bi awayekî giran hesab bide.
Ev êrîş di demekê ku li Brîtanyayê nîqaşên derbarê koçber û penaberan de zêde bûne de pêk hat. Rayedar niha hem aliyê terorê û hem jî aliyê sûcê nefretê yê bûyerê lêkolîn dikin.