Li Lorientê meşa li dijî faşîzm û nîjadperestiyê
Li Lorient a Fransayê bi beşdariya sendîkayên karker, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û Kurdistaniyan li dijî faşîzm û nîjadperestiyê meşek hat lidarxistin.
Li Lorient a Fransayê bi beşdariya sendîkayên karker, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û Kurdistaniyan li dijî faşîzm û nîjadperestiyê meşek hat lidarxistin.
Tevî şert û mercên hewaya pir germ, bi sedan kes beşdarî meşa li dijî faşîzm ê nîjadperestiyê ya li navenda bajarê Lorient hat lidarxistin bûn. Sendîkayên karker, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û Kurdistaniyên li Lorient dijîn beşdarî meşê bûn.
Di meşê de dirûşmeyên "Em faşîstan li taxa xwe naxwazin" û "Em faşîstan li bajarê xwe naxwazin" hatin berzkirin. Beşdaran peyamên hevgirtinê, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan dan.
Di axaftinên mitîngê de bal kişandin ser bilindbûna rastgirên tundrew li Fransayê û Ewropayê û banga têkoşîna hevpar hat kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku nijadperestî û cudakariyê her ku diçe mezin dibe û li ser pêwîstiya têkoşîna ekgirtî û rêxistinkirî rawestiyan.
Axaftvanan her wiha bal kişandin ser girîngiya parastina nirxên azadî, wekhevî, xwişk-biratî û hevgirtinê û hesreta xwe ya ji bo civaka demokratîk ku mirov dikarin di şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn anîn ziman.
Tevî germahiya zêde jî bi sedan kes ragihandin ku ew ê li dijî polîtîkayên nefretê û cudakariyê bêdeng nemînin. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên “Ji faşîzmê re na”, “Ji nijadperestiyê re na” û "Hevgirtina gelan sînoran nas nake" bi dawî bû.