DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatî birin, şermezar kir

DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn li ber edliyeya Amedê şermezar kir. Jinan destnîşan kir ku ew ê li dijî krîmînalîzekirina parêzvanên mafên jinan û têkoşîna jinê dengê xwe bilind bikin.

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP têkildarî 19 sal û 6 meh cezayê ku li berdevka demê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Nûnerên saziyên sivîl, endamên partiyên siyasî û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hilgirtin. Aktîvîsta TJAê Ayla Akat beriya daxuyaniyê axivî.

‘Em ê têkoşîna xwe bi hêz berdevam bikin’

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI HÊZ BERDEWAM BIKIN’

Ayla Akat Ata diyar kir ku ev çalakî li dijî cezayê 19 sal û 6 meh mehan e ku bi awayekî neheq û siyasî ji bo aktîvîsta Kurd Ayşe Gokkan hatiye birîn, wekî berteke kûr û banga edaletê derdikeve pêş û got: “Di pergalekê de ku kujerên jinan û zarokan nayên cezakirin de daraz li dijî jinên Kurd ên ku mafên xwe, nasnameya xwe û aştiyê diparêzin tê bikaranîn. Ev biryara plankirî ne tenê li dijî kesekê, di heman demê de wekî gefekê li ser hemû pêkhateyên tevgera jinan a li Tirkiyeyê tê pênasekirin. Tevî hemû zext, cezakirin û bêhiqûqiyê jî em bi biryardariyeke mezin radigihînin ku jin tu carî serî natewînin, bêdeng nabin û ji bo avakirina civakademokratîk, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û paşerojeke bêçek dê têkoşîna xwe bi hêz berdavam bikin.”

‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’

Piştre Hevseroka DBPê a Amedê Rûçem Vefa Elyakût daxuyanî xwend. Rûçem Vefa Elyakût destnîşan kir ku cezayê li Ayşe Gokkan a ku jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya jinê kiriye hatiye birîn, nayê qebûlkirin û wiha got: “Em vê biryarê bi fikar û nerazîbûneke mezin pêşwazî dikin. Cezakirina Ayşe Gokkan a ku bi salan e li dijî tundî, cudakarî û binpêkirinên mafan ên kujin pê re rû bi rû tên hiştin têdikoşe, ne tenê êrîşek li ser parêzvaneke mafên jinan e. Di heman demê de wekî mudaxeleyekê li ser daxwazên jinan ên ji bo wekhevî, azadî û edaletê tê nirxandin. Em vê biryarê qebûl nakin.”

‘HEWLDANA BÊDENGKIRINA JINAN BI DESTÊ DARAZÊ YE’

Rûçem Vefa Elyakût bal kişand ser krîmînalîzekirina mafên jinan û wiha domand: “Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn, wekî çavtirsandina li dijî têkoşîna azadiyê ya ku jinan bi salan e bi berdêlên mezin hûnandiye. Lê belê têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê, bi zext û cezayan nayê astengkirin. Em careke din tînin ziman ku em bi Ayşe Gokkan re di nava piştgiriyê de ne; em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî krîmînalîzekirina parêzvanên mafên jinan û armancgirtina têkoşîna jinê dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi berzkirına dirûşmeyên ‘Piştgiriya jinan dide jiyandin’ , ‘Jin jiyan azadî’ û  ‘Têkoşîna azadiyê ya jinan nayê bêdengkirin’ bi dawî bû.