Li Qamişloyê ji bo 8 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Egîd Bilal û Mesûd Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin û ji bo 6 şehîdên din jî merasîma xiyabî li dar xistin.

Şêniyên Qamişloyê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sewac (Egîd Bilal ku ku di 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an de şehîd bû û Mesûd (Mesûd Mihemed) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. Her wiha ji bo şehîd Henan (Henan Hebeş); Ferhad Bulbul (Rezan Mihemed, Demhat Efrîn (Welîd Îbrahîm), Seydo Efrîn (Walat Mamo) û Şerefan Heleb (Ebdo Mûsa), ku di 18`ê Çile de şehîd bûn û Dilovan (Mustafa Mustafa), ku di 10`ê Hezîranê de şehîd bû, merasîma xiyabî li dar xistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji dest pê kir. Piştre, li ser navê malbatên şehîdan Cewahîr Osman axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Cewahir diyar kir ku şehîdan destanên herî mezin ên qehremanî û fedakariyê nivîsandine.

Cewahir wiha dewam kir "Em ê di parastina herêmê û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên wan hatine bidestxistin de li ser şopa şehîdan bimeşin." 

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Evîn Ebdulletîf Elî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Îro em ji heşt şehîdan xatir dixwazin, em dibêjin ku bîranîna wan dê di dilê me de mîna stêrkan biçirise, û rêya têkoşîna me ronî dike." 

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîd Sewac û Mesûd bi dirûşmên "Şehîd Namirin" veşartin.