Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dîplomayên Rêveberiya Xweser erê kir

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîplomayên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine radestkirin, pejirand.

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara hejmar 1617/943 der barê dîplomayên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de da.

Ev biryar li ser bingeha bendên qanûna Hejmar 31’an a 2024’an e.

Pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li parêzgehên rojhilat jî li ber çavan were girtin.

Ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e ji bo avakirina pergalek perwerdehiyê ya yekgirtî.

Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar tê dayîn:

Madeya 1:

Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di azmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdehiya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027ˊan de, beşdarî azmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdehiya Bingehîn) bibin.

Madeya 2:

Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.

Madeya 3:

Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.