Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’
Di civînên gel ên ku li Edene û Mêrsînê hatin lidar xistin de, banga tevlîbûna ‘Mitîngê Azadiyê’ hat kirin.
Di civînên gel ên ku li Edene û Mêrsînê hatin lidar xistin de, banga tevlîbûna ‘Mitîngê Azadiyê’ hat kirin.
Bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê dê di 27’ê Hezîranê de li Mêrsînê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ‘Mîtînga Azadiyê’ were lidar xistin.
Mîtîng dê li Baxçeyê Gel (Millet Bahçesi) ya li kêleka Stadyuma kevn a Tevfik Sirri Gur a li navçeya Yenîşehîrê were lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û ji sekretaryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş dê wekî axaftvan beşdar bibin. Di mîtîngê de hunermend Eylul Nazlier, Ronî Artin û Arhat dê derkevin ser dikê.
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li taxên Daglioglu, Gulbahçe û Hurriyet yên Seyhanê derî bi derî geriyan û belavokên banga beşdarbûna mîtîngê li welatiyan belav kir. Li Yuregîr û Ceyhanê jî civînên gel hatin lidar xistin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê jî, di çarçoveya xebatên mîtîngê de li taxên Kurtali ya Torosê, Denîz ya Yenîşehîrê, Hal, Guneş û Hamurlu yên Akdenizê û Şahîn û Baglar yên Tarsusê civînên gel lidar xistin.