Rojnamevan Eva Maria hat berdan

DFG’ê ragihand ku rojnamevana Elman Eva Maria ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatibû girtin, hatiye berdan.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFGˊê) der barê rojnamevana Elman Eva Maria Michelmann de ya ku di 18ˊê Çileyê de li Reqayê ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hate girtin,  daxuyaniyek da.

DFGˊê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Eva Maria ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatibû girtin, serbest hat berdan."

Li gorî daxuyaniyê, Eva Maria ji Helebê biribûn Girtîgeha Şamê û bi hewldanên Balyozxaneya Elmanya vegeriya welatê xwe. DFG’ê destnîşan kir ku rojnamevan Ahmet Polad ê di heman rojê de li Reqayê bi Eva re hatibû girtin, hîn jî di destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.