Rapora ku ji hêla Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û saziyên din re bi hevparî hat amadekirin, li Baroya Wanê hat eşkerekirin.
Di raporê de binpêkirinên ku li girtîgehên Tîpa F ya Wanê, Tîpa T ya Wanê, Ewlehiya Bilind a Wanê, Tîpa T ya Xelatê, Tîpa L ya Patnos, Tîpa S ya Îdirê, Tîpa L ya Kalkandereyê, Tîpa L ya Espiye Gîresunê û T ya Beşîkduzuyê diqewimin hatin rêzkirin.
Parêzer Ozgur Ecer daxuyanî xwend û diyar kir ku li gelek girtîgehan girtiyên nexweş dereng dibin nexweşxaneyan û di hin rewşan de qet wan nabin. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek girtî ji ber kelepçekirina ji paş ve, lêgerîna dev û di dema muayeneyên nexweşxaneyê de muayneya bi kelepçe tê ferzkirin nayên dermankirin.
Di raporê de hat gotin ku li hin girtîgehan, pirtûk û nameyên Kurdî bi salan e nayên şandin, rojnameyên wekî Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGun tên astengkirin û televîzyonên muxalefetê hatine sînordarkirin. Hat diyarkirin ku xwarin nebaş e û paqijiya wê kêm e û bihayên kantînê jî pir zêde ne.
Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku 12 girtiyên nexweşên giran ên li çar girtîgehan tên girtin tevî nexweşiyên dil, gurçikan, KOAH, diyabet, çolyak, tumora mêjî, tuberkuloz û nexweşiyên kronîk ên cûrbecûr hene jî nayên dermankirin. Hat diyarkirin ku hin girtî tevî raporên wan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" hene jî nehatine berdan û hin ji wan bi salan e bi rêkûpêk nayên dermankirin.
Hevseroka ÎHD’ê Ayten Kiran di daxuyaniyê de axivî û bi taybetî daxwaza girtina Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê kir û xwest ku astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweşên giran werin rakirin. Ayten Kiran got, “Tê dîtin ku rêveberiyên girtîgehan bi rêziknameya nû re peywira xwe bi awayekî xirab bi kar tînin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku rêziknameya têkildar betal bikin û peywirên lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan an sînordar bikin an jî bi temamî ji holê rakin.”