Li Fransayê ji bo pêla germayê nîqaşa ‘xewa nîvro’ tê kirin

Ji ber germaya zêde ya li Fransayê, ji nû ve sererastkirina saetên kar hat rojevê. Wezîrê Karûbarên Navxweyî Jean-Pierre Farandou, got ku di siberojê de dikare bêhnvedanek mecbûrî ya nîvro an jî pergala siestayê were nirxandin.

Li Fransayê, bi zêdebûna pêla germayê re tedbîrên nû yên ji bo parastina karkeran tên nîqaşkirin. Piştî ku li gelek herêmên welêt germahiya hewayê nêzîkî 40 dereceyan bû û li hin deveran jî derbas kir, hikûmetê bal kişand ser metirsiyên ku bi taybetî karkerên li derve dixebitin, rastî wan tên.

Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Fransayê Jean-Pierre Farandou, ji RMC û BFM’ê re axivî û got ku xwedîkar mecbûr in tedbîrên pêwîst ji bo parastina tenduristiya karkeran bistînin.

Jean-Pierre Farandou, got ku bi taybetî ji bo karkerên sektora avahîsaziyê û çandiniyê divê ava sar a têr were dabînkirin û saetên kar ber bi saetên zû yên sibehê an jî saetên êvarê ve werin guhartin.

MODELA SPANYAYÊ DI ROJEVÊ DE YE

Farandou diyar kir ku ji bo Fransa li hember germehiya zêde ya demdirêj bikare bi rengekî hevseng dewam bike, dikare ji pêkanînên Başûrê Spanyayê îlham bigire.

Li hin herêmên Spanyayê, di saetên nîvro de ku germahiya hewayê di asta herî bilind de ye, kar tê rawestandin û derfeta bêhnvedanê ji karkeran re tê dayîn. Farandou, got ku ev pêkanîn, ku di nav gel de wekî “siesta” tê zanîn, dikare li Fransayê jî were nirxandin û armanca wan ew e ku di saetên herî germ ên rojê de karkeran biparêzin.

BERPIRSIYARIYÊN NÛ JI BO XWEDÎKARAN

Hikûmeta Fransayê bi biryarek ku di Gulana 2025’an de hate weşandin, berpirsiyariyên ku di demên germayê de divê xwedîkar pêk bînin eşkere kir.

Li gorî vê rêziknameya nû, xwedîkar divê:

*Saetên kar li gor şert û mercên germayê birêxistin bike,

*Ji bo her karkerî rojane herî kêm sê lître avê vexwarinê ya cemidî peyda bikin,

*Amûrên parastinê yên wekî kum, berçavkên rojê û cilên bi parastina UV dabîn bikin,

*Vantilator, pergalên reşandina avê û amûrên din ên cemidandinê amade bikin.

Pispor, dibêjin ku ji ber guherîna avhewayê, pêlên germayê li Ewropayê zêdetir û dijwartir dibe. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku jiyana kar li gorî şert û mercên nû yên avhewayê, bên guhertin.