Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemîl Tugay ji CHP’ê îstîfa kir li Îzmîrê di nava meclîsên şaredariyan de pêla îstîfayê dest pê kir.
Piştî îstîfaya Cemîl Tûgay Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Zafer Levent Yildir, Endamê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Meclîsa Şaredariya Karşiyakayê Mûstafa Ozûslû û endamên Meclîsa Şaredariya Karşiyakayê Atîlla Baysak û Ozenç Kalkan ji CHP’ê îstîfa kirin.
Îro jî endamên Meclîsa Şaredariya Karşiyakayê Aysûn Kûrû û Şevket Balla jî ragihandin ku wan ji partiyê îstîfa kiriye. Li gel îstîfayên dawîn 4 CHP’yîyan ji Meclîsa Şaredariya Karşiyakayê îstîfa kirine.
Her wiha Endamê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Meclîsa Şaredariya Menemenê Erdal Karagoz jî ragihand ku wî ji CHP’ê îstîfa kiriye.
Bi vî awayî piştî îstîfaya Cemîl Tûgay ji meclîsên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Karşiyakayê û Şaredariya Menememê heft kesan ji CHP’ê îstîfa kirine.