Li derdora 4 gundên şewat derket: Metirsiya teqîna mayînan heye
Li derdora 4 gundên bakurê bajarê Zirganê şewatên berfireh çêbûn. Şênî metirsîdar in ku mayînên li derdora gundan hatine çandin biteqin.
Li derdora 4 gundên bakurê bajarê Zirganê şewatên berfireh çêbûn. Şênî metirsîdar in ku mayînên li derdora gundan hatine çandin biteqin.
Îro, li derdora gundên Xidrawî, Hirmilê, Til Hirmil û Mişêrfê yên bakurê Zirganê şewatên berfireh bi zeviyên çandiniyê ketine.
Tîmên Agirkujiyê ji bajarên Zirgan, Til Temirê û Dirbêsiyê lez da cihên şewatan, hewldanên kontrolkirina şewatan û rûberên fireh ên çandiniyê pê nekevin.
Li kêleka xebatên vemirandinê, şênî metirsîdar in ku mayîn û bermahiyên şer ên li derdora gundan belav in biteqin. Ew jî xeteriyê li ser tîmên agirkujiyê û şêniyên tev li xebatên vemirandinê bûne çêdike.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê tîmên agirkujiyê xebatên xwe didomînin. Heta niha sedemên derketina şewatan an jî mezinahiya ziraran nehatine zanîn.