Ji Bermal Çem strana 'Evîna Ararat'
Bermal Çem ji bo bîranîna gerîlaya şehîd Ararat Zerzan bi navê "Evîna Ararat" stran û klîbeke amade kir.
Bermal Çem ji bo bîranîna gerîlaya şehîd Ararat Zerzan bi navê "Evîna Ararat" stran û klîbeke amade kir.
Bermal Çem bi bandora ji çîroka trajîk a Ararat Zerzan hestên xwe kir helbest û bi hevkariya Memo Gul û Mazlûm Rewşen stranek amade kir.
Gerîlaya şehîd Ararat Zerzevan a ku ji zarokatiya xwe ve her tim ji baranê hez kiriye dema baran bariyaye tim derketiye derve ber baranê û ew hembêz kiriye.
Ararat, piştî ku bû gerîla jî ev kevneşopiya xwe dewam kir. Lê belê sala 2020'î dema dîsa derketiye ber baranê bi lêdana birûskê li çiyayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Bermal Çem ji bo vê strana ku çêkiriye klîbek jî amade kir. Klîba ku ji aliyê Art Records Produksiyonê ve hate çêkirin bi derhêneriya Tarik Demir hate kişandin.
Klîp di qenala YouTube ya Art Records de hate weşandin.