Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê bi dirûşma “Hevdîtinan jinan di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de” li Parka Cafeya Goletlî ya Şaredariya Mûşê civiya. Gelek jin beşdarî civînê bûn û li hêwanê pankarta “Hevdîtinan jinan di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de” hat daliqandin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.

Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku piştî Bnaga Aştî û Civaka Demokratîk Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Kurdistan û li Tirkiyeyê gelek hevdîtin pêk anîye û ev tişt got: “Li vî welatî pergaleke ku jinan înkar dike heye. Rejîmeke ku maf û keda jinan înkar dike heye. Jin bi salan li dijî tundiyê têkoşiyan. Em bawer in ku dê bi têkoşîna me li vî welatî guhertin çêbin. 

‘HÊVIYA ME JIN IN’

Halîde Turkoglûyê diyar kir ku ji salên 90’î û vir ve jin ji bo aştî, wekhevî û azadiyê têdikoşin û wiha pê de çû: “Em wek welatî dixwazin wekhev bijîn. Em naxwazin em bibin hedefa newekheviyê. Îro li Mûşê pergala hevserokatiyê serdest e, ev yek jî bi saya têkoşîna jinan e. Aştî û Civaka Demokratîk, avakirina bi pêşangiya jinan e. Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê, lewre jin dikarin biguherînin, hêviya me heye. Li vî welatî, ji bo aştiyek mayinde divê çi ji destê me were, em bikin. Rola ku rêzdar Ocalan li xwe girt pir girîng e.”

JINAN AŞTÎ NÎQAŞ KIR

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz axivî û destnîşan kir ku divê jin di xebatên aştiyê de cih bigirin û wiha got: “Em dixwazin berpirsiyariyên xwe yên ji bo aştiyê nîqaş bikin. Ji ber vê yekê em bi jinên ku dikarin xwedî li pêvajoyê derkevin re li vir in.”

Piştre jinên beşdar axivîn û destnîşan kirin ku divê jin xwedî li aştiyê derkevin û hevdîtin bi dawî bû.