BI DÎMEN

Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e

Îbrahîm Aksoy ku piştî girtîhiştina ji 30 salan hate berdan, destnîşan kir ku gelê Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de alîgirê çareseriyê ye, lê belê ji bo rêveçûna pêvajoyê divê dewlet gavên şênber û cihê baweriyê biavêje.

Îbrahîm Aksoy ku di sala 1996'an de hate girtin, piştî 30 salên girtîhiştinê 2'ê Nîsanê ji Girtîgeha Tekîrdagê hate berdan. Aksoy ku li gel temambûna cezayê lê hatibû birîn bi hincetên cuda nedihat berdan, li girtîgehê bi tecrîda giran, binpêkirina mafên mirovan û polîtîkayên înfazê yên kêfî re rû bi rû ma.

Îbrahîm Aksoy ku piştî 30 salan girtîhiştinê azad bû, li ser mercên li girtîgehên Tirk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF'ê re axivî.

ATMOSFERA BERXWEDANÊ YA SALÊN 1990'Î Û PÊVAJOYA GIRTINÊ

Aksoy ragihand ku di destpêka salên 1990'î de wî têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir, serhildan, merasîmên cenazeyan û çalakiyên gel ên girseyî yên wê demê bandoreke mezin li civakê dikir.

Aksoy anî ziman ku di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de wî şahidî ji êrişên dewletê re kir û destnîşan kir ku li gel zextên giran jî wê demê gel bi xurtî xwedî li têkoşînê derket. Îbrahîm Aksoy got, "Li gel zextan jî mirov xwedî li cenazeyan derdiketin. Di bin gulereşandinê de jî paşve gav nediavêtin. Bûyerên ku di cenazeyê Vedat Aydin de qewimîn weke îro têne bîra min. Mirov bi biryardariyeke mezin li wê derê bûn. Wê demê dibe ku her kesî weke niha têkoşîn nas nedikir, lê belê dilsozî û xwwedîderketineke mezin hebû. Gel li gel zextan hemûyan jî xwedî li nirxên xwe derdiket.

Yekemcar di sala 1995'an de li Êlihê hatim binçavkirin. Nêzî 28 rojan li Êlih, Lice û Amedê di lêpirsîn û êşkenceyê de mam. Piştî ku hatim berdan ji cihê mayî min karê xwe dewam kir. Di sala 1996'an de li nêzî Osmaniyeyê cara duyemîn hatim binçavkirin û piştre hatim girtin. Piştî girtinê bi rojan lêpirsîn kirin. Bi her cûreyî êşkence kirin. Demeke dirêj min tiştek nexwar. Ji ber greva birçîbûnê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dan, lê belê zextan dewam kirin. Ji bo îfadeyê bidim zexteke giran kirin. Piştre jî min derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtinê dan û şandin girtîgehê. Bi vî rengî ragirtina min a 30 salan destpê kir."

TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN, SIRGÛN Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

Aksoy anî ziman ku di nava 30 salan de di serî de Edene, Konya, Ceyhan, Semsûr, Osmaniye û Tekîrdag li gelek girtîgehan hate hiştin û got, "Bi taybetî piştî ku girtîgehên bi Tîpa F ketin dewrê, polîtîkayên tecrîdê giran bûn. Ji ber ku em li ber sermijartina li ser piyan rabûn em dihatin sirgûnkirin. Rêveberiyên girtîgehê mafên me yên bingehîn jî weke amûreke zextê bi kar dianîn. Hevalên me yên tevlî grevên birçîbûnê yan jî protestoyên cuda dibûn mafê wan ê hevdîtinê bi kêfî dihate astengkirin û mafên ragihandinê dihate kêmkirin. Em rojeke bi tenê jî tevlî greva birçîbûnê bibûna cezayê qedexeya hevdîtinê ya bi mehan dihate birîn. Televîzyon dihate birin, name dihate astengkirin, mafên spor û sohbetê dihate astengkirin. Dihate xwestin ku têkiliyên malbatê bêne birîn. Daxwazên me yên mafdar dihatin redkirin, kiryarên nehiqûqî jî dihatin rewakirin. Vê rewşê bi salan dewam kir."

'PÊVAJOYA 15'Ê SIBATÊ JI BO GIRTINA YEK JI DEMÊN HERÎ GIRAN BÛ'

Aksoy ragihand ku piştî Rêber Apo di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî li Tirkiyeyê hate girtin, vê yekê bandoreke gelekî giran li girtîgehan kir, ew dem ji bo girtina yek ji demên herî zehmet bû.

Aksoy diyar kir ku ji dema Rêber Apo ji Sûryeyê derket heta hate girtin wan pêvajo bi fikareke mezin şopandin û got, "Li girtîgehê her kes li ser êgir bû. Me nizanîbû bê wê çi bibe. Dema ku agahiya girtinê hat, em hejiyan. Li derve mirov li qadan bûn, çalakî dihate kirin. Me jî li girtîgehê tenê bi greva birçîbûnê dikarîbûn nerazîbûna xwe nîşan bidin. Vê yekê gelekî bandor li me dikir. Ew pêvajoya tarî ji bo me gelekî zehmet bû. Zextên gelekî giran hebûn. Girtina Rêber Apo ji bo me gelekî zehmet bû. Li derve hevalan li ber xwe didan, me jî li girtîgehê li ber xwe didan. Ji bo me pêvajoya herî zehmet pêvajoya 15'ê Sibatê bû."

'CIVAK XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERDIKEVE'

Îbrahîm Aksoy ragihand ku civaka Kurd bi rengekî gelekî cidî xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikeve û got, "Gelê Kurd salên dûr û dirêj li benda çareseriyê ye. Gavên ku ji bo aştiyê têne avêtin divê bi yekalî nebin. Mirov îro timî heman pirsê dipirsin: Ji niha û pê ve wê çi bibe? Ji bo serketina pêvajoyê divê gavên beramberî hev bêne avêtin. Civak jî dixwaze vê bibîne. Gelê Kurd li gel hemû neyîniyan jî hêviya xwe ya ji bo çareseriyê dewam dike. Kes naxwaze li rojên berê vegere. Her kes dixwaze çareseriyeke bi rûmet û mayinde pêk were. Ji bo vê jî bi taybetî divê sozên hatine dayin bi cih bêne anîn.

Bi taybetî gava herî mezin a vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Beşeke girîng a civakê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yek ji şertên bingehîn ên çareseriya demokratîk dibînin. Dema ku azadiya Rêbertî pêk hat wê baweriya civakê ya bi pêvajoyê xurtir bibe. Ji ber vê jî em di wê baweriyê de ne ku her gava bê avêtin divê bi perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiya mayinde bê nirxandin."