Danûstandinên DYE-Îranê yên li Swîsreyê hatin taloqkirin
Hevdîtinên li ser amadekirina peymana dawî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê, çend saet beriya destpêkirinê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.
Hevdîtinên li ser amadekirina peymana dawî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê, çend saet beriya destpêkirinê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.
Hevdîtinên li Swîsreyê yên navbera DYE û Îranê yên ji bo amadekirina peymana aştiyê ya dawî bêdem hate taloqkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê de hate gotin, muzakereyên kuk dihate plankirin bi beşdariya heyetên DYE, Îran, Qatar û Pakistanê li Burgenstockê bihata destpêkirin hate taloqkirin. Di daxuyaniyê de ji bo hevdîtinan demeke nû nehate diyarkirin. Hate ragihandin ku Swîsre amade ye di navbera aliyan de bi rola hêsankirinê rabe.
Biryar piştî daxuyaniya li ser betalkirina serdana Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance ya li Swîsreyê hate dayin.
QESRA SPÎ: AMADEKARIYÊN TEKNÎKÎ TEMAM NEBÛN
Di daxuyaniya Qesra Spî de jî htae gotin, detayên hevdîtinên teknîkî yên li ser peymana dawî hîn diyar nebûne. Hate ragihandin ku heyeta DYE'yê ji bo beşdariya li hevdîtinan amadekarî kiriye, lê belê asta lojîstîkî ya muzakereyan tevlîhev e û zehmet e ku pêşdîtina wê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber vê sedemê Alîkarê Serok Vance weke ku hatiye plankirin wê êvara Pêncşemê neçe Swîsreyê.
PÊVAJOYA 60 ROJÎ DESTPÊ KIRIBÛ
JD Vance di daxuyaniya xwe ya beriya niha de gotibû, ji bo amadekirina peymana aştiyê ya dawî ya navbera DYE û Îranê, pêvajoya ji 60 rojî bi roja Pêncşemê destpê dike û wê dawiya hefteyê biçe Swîsreyê. Lê belê anîbû ziman ku pêkhatina serdanê hîn nediyar e.
Taloqkirina hevdîtinan li ser teqwîma bicihanîna mutabaqata rojek berê hate îmzekiin bû sedema pirsan. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku amadekarî dewam dikin û muzakere dikare di rojên pêş de jinûve bêne plankirin.