Şaredarê Sîlîfkeyê û gelek kes hatin binçavkirin
Şaredarê Sîlîfke ya Mersînê Mûstafa Tûrgût û gelek kes hatin binçavkirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin.
Şaredarê Sîlîfke ya Mersînê Mûstafa Tûrgût û gelek kes hatin binçavkirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê, tîmên jendermeyan li hemberî Şaredariya Sîlîfkeyê ya CHP'yî operasyon pêk anîn.
Tîmên jendermeyan li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin û nehiştin xebatkar bikevin avahiya şaredariyê.
Hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de Şaredarê Sîlîfkeyê Mûstafa Tûrgût jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.