Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka 'Mem - Alan Kurdî'

Nivîskar Ehmedê Sedef bi pirtûka xwe ya bi navê "Mem û Alan Kurdî" balê dikişîne ser zor û zehmetiyên avabûna nirx û sembolên civakî kir.

Pirtûka "Mem - Alan Kurdî" ya nivîskar Ehmedê Sedef ji Weşanxaneya Na hate weşandin.

Nivîskarên ku beriya niha bi 3 bergan pirtûk romanên li ser Hişê Çêkirî nivîsî, vê carê qala avabûna nirx û sembolên civaka Kurd dike.

Di pirtûka bi navê "Mem - Alan Kurdî" de nivîskar ji nasname û pênaseyên zayendî heta bi fikir û baweriyên dijwar, bi wêrekî li hember sînorên civakî radiweste.