Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li welêt namzetê çep Roberto Sanchez bi sedî 50,13 dengan li pêş xuya dikir, lê belê namzetê rastgir Keiko Fujimori ji sedî 64’ê desteka nêzî 300 hezar hilbijêrên li dervey welêt, girt û bi encamên demkî derket pêş. Hat diyarkirin ku ferqa navbera Fujimori û Sanchez nêzî 30 hezar deng in.
Lê belê encam hîna teqez nebûne. Ji ber îtîrazên li nêzî 1.500 sindoqan, jinûve hejmartina dengan didome, tê payîn ku encama dawî di navîna tîrmehê de were eşkerekirin.
Pêvajoya hilbijartinê, têkildarî mafê dengdanê yê welatiyên Peruyê yên li dervey welêt rê li ber nîqaşên zêde vekir. Hin siyasetmedaran îdîa kirin ku kesên salên dirêj li dervey welêt dijîn, divê têkildarî diyarkirina siberoja Peruyê nebin xwedî mafê gotinê.
Parlamentera nêzî çep Amalia Palomino pêşniyar kir ku kesên zêdeyî 10 sal in li dervey welêt dijîn mafê xwe yê dengdanê divê ji dest bidin, rêveberiya heyî jî têkildarî vê yekê îhtîmaleke reformê anî rojevê.
Li dijî vê yekê, nûnerên dîasporayê jî diyar dikin ku tevkariya aborî li welêt dikin û girêdana xwe ya bi Peruyê re diparêzin.