Sema Yuce di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn

Sema Yuce ya ku li Girtîgeha Çanakkale ji bo protestokirina zextên li ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir, li ser gora xwe hate bîranîn.

SALVEGERA ŞEHADETA SEMA YUCE

Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştrevanî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine re (MEBYA-DER), li gundê Qerxelixa Jêrê yê navçeya Dutax a Agiriyê di 17’emîn salvegera şehadetê de Sema Yuce hat bibîranîn. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên demokratîk ên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn.

Girse li ser gora Sema Yucelê ya ku gotibû “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum” û bedena xwe dabû ber agir deqeyek rêz girt û soza xwedîderketina mîrateya wê dan. Piştre beşdaran qurnefîl danîn li ser gora Sema Yuceyê.

Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.