BI DÎMEN

Ji bo gaziyan perwerdeya ‘Parastina nirxên şoreşê’

Ji bo gaziyên parêzgeha Hesekê têkildarî parastina nirxên şoreşgerê û prensibên mirov ên di şoreşê de, dewreyeke perwerdeyê hat vekirin. Gaziyên tevlî perwerdeyê bûn gotin, “Bi van perwerdeyan lêhûrbûnên me zêdetir dibin.”

Li Komeleya Şehîd Hogir a Gaziyan a li Hesekê têkildarî parastina nirxên şoreşê û prensîbên mirov ên şoreşê, dewreya perwerdeyê destpê kir.

Perwerde ji aliyê yek ji Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn ve hat dayîn.

15 gazî tevlî koma destpêkê ya perwerdeyê bûn.

Gaziyan diyar kirin ku di vê merheleya girîng de yek ji xisûsa girîng xwedîderketina li nirxên şoreşê û parastina wan e. Gaziyan her wiha bal kişandin ser prensîb û rêgezên ferdên di nav şoreşê de û gotin, “Di vê mijarê de rola herî girîng dikeve ser milên gaziyan. Bi van perwerdeyan lêhûrbûnên me zêdetir dibin û di vê pêvajoya dîrokî de divê mirov çawa tevbigere, em serwext dibin.”

Hate diyarkirin ku wê perwerde her hefte bi komeke cuda ya gaziyan berdewam bike.