Li Dêrikê şehîdek hat verşartin û ji bo 2 fermandarên YPJ'ê merasîm hat lidarxistin

Li Dêrik û Girkê Legê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Cûdî Dêrik hat veşartin û ji bo 2 fermandarên YPJˊê Koçerîn Lavîna û Kînda Brûsk merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) şehîd Cûdî Dêrik (Mihemed Nûr El Îbrahîm) veşart û ji bo 2 fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Koçerîn Lavîna (Nûrvan Başak) û Kînda Brûsk (Mihrîban Şorlî) merasîmek xiyabî li dar xist. 

Cûdî Dêrik di 17ˊê Çileyê de li Dêrazorê, Koçerîn Lavîna û Kînda Brûsk di 17ˊê Çileyê de li Dêr Hafirê şehîd bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanên QSDˊê ve dest pê kir. Dûre fermandara YPJˊê Klara Kobanê fedakariyên şehîdan û cesareta wan li hember kompoloyên li dijî destkeftiyên gelê Rojava silav kir û got: "Di vê pêvajoyê de, em wek YPJˊê, me jin parast û azadiya wê li hember zihniyeta baviksalarî misoger kir."

Klara wiha domand: "Divê em li ser rêça hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin, nirxên wan ên gewre biparêzin û armancên wan ên parastina gelan û jinan pêk bînin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sekîne El Eyûb diyar kir ku dê malbatên şehîdan parêzvanên destkeftiyên zarokên xwe yên ku di oxira azadiya welat û gelan de canê xwe daye bimînin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û veşartina cenazeyê şehîd Cûdî Dêrik bi dawî bû.