Li Eskîşehîrê 6 xwendekar hatin girtin

Li Eskîşehîrê li hemberî xwendekarên sosyalîst operasyona binçavkirinê hat lidarxistin û 9 xwendekar hatin binçavkirin.

Ji 9 xwendekaran 6 jê hatin girtin û 3 jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.

Li Eskîşehîrê di 13’ê Hezîranê de li hemberî xwendekarên sosyalîst operasyona binçavkirinê hat lidarxistin û 9 xwendekar hatin binçavkirin.

Xwendekarên binçavkirî piştî karûbarên li emniyeta polîsan temam bû, ji bo îfadeyên xwe bidin dozger birin Edliyeya Eskîşehîrê. Piştî lîfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulhê ya Cezayê hatin kirin.

Dadgehê biryara girtina 6 xwendekaran da û 3 jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.

Navê xwendekarên hatin girtin wiha ne; endamên Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Rojhat Demîrdoken, Îlknur Saglam û Yagmur Tokca û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Bensu Ozkan, Rumeysa Batiran û Poyraz Aksu.