Mazlûm Ebdî wê îro bi Barrack û Barzanî re hevdîtinê bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî wê îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê Sûriyeyê Tomo Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re bicive.

Li gorî nûçeya Ronahî TV, tê payin ku Mazlûm Ebdî îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re bicive.

Tê texmînkirin ku di hevdîtina navbera Mazlûm Ebdî û Tom Barrack de dosya Sûriyeyê, pêvajoya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê bêne nirxandin.