Li dijî Şaredariya Beylîkduzuyê lêpirsîn: Li 3 bajaran 27 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Beylîkduzu ya Stenbolê de 27 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Beylîkduzu ya Stenbolê de 27 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Şaredariya Beylîkduzuyê ji bo 4 qadên cuda destûrnameya projeya avakirinê pêşkêşî şîrketa Îmamoglû Înşaetê kiriye û di van projeyên destûrnameyê de xalên ne rast hene.
Lewma jî têkildarî Şaredariya Beylîkduzuyê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbol, Gîresûn û Bûrsayê 27 kes hatin binçavkirin.