ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît got, "Eger weke ku Erdogan got wê lez ji pêvajoyê re bê dayin, weke ku Bahçelî got wê bibe Sedsala Tirkiyeyê, hingî divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Li ser vê bingehê divê karibe weke muzakerevanê sereke yê pêvajoyê bixebite."
Jinên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ji bo bicihanîna "Mafê Hêviyê" yê Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî bang kirin. Jinan gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin tiştek bi dest nakeve."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê wê biaxive.
Festîvala Jinan a Zîlan ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê ve îsal cara 21'emîn tê lidarxistin, di 28'ê Hezîranê de wê bi dirûşma "Dem dema jinan e! Ji bo yekîtiyeke hîn xurt, paşerojeke wekhev û azad" li Parka Albany pêk tê.
Civaknas Laura Corradi bi lêkolîna xwe ya li ser jineolojiyê ya bi rexneya femînîst dinirxîne, di Konferansa Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn de hêjayî xelata "Pêşkêşiya Serwer" hate dîtin.