Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re

Li Dêrikê bi beşdariya bi sedan kesî konserek hate lidarxistin û piştgirî ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re hate dayin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Dêrikê, bi piştevaniya şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û piştgiriya rola wan li herêmê, bi amadebûna bi dehan şênî û endamên saziyên bajêr, konserek li dar xist.

Girse li Parka Dicle ya Dêrikê kom bû. Li wir stranbêj Sumeye Mihemed bixêrhatina amadebûyan kir û diyar kir ku ew ê piştgiriya YPJˊê û daxwaza fermîkirina mafên wan di destûra Sûriyeyê de bidomînin.

Sumeye pesna rola YPJˊê di rizgarkirina hezran jinan û rûbirûbûna çeteyên DAIŞˊê û parastina mafên jinan de da.

Piştî axaftinê, komên Stêra Zêrîn û Yesna û stranbêj Cazî Hinco stranên pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina dilanan digel atmosfêreke coş û şadiyê bi dawî bû.